Nivîskarekî sûrî: Azadiya Ocalan ji bo gelên bindest gelek wateyan dide

Nivîskarê siyasî yê Sûriyê endezyar Mihemed Îsa diyar kir ku dewleta Tirk rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan red dike, ji ber ku ew ji yên din bêtir dizane ku azadiya Ocalan ji bo gelên bindest ên li herêmê tê çi wateyê. Her wiha destnîşan kir ku PKK`ê banga biratî û aştiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike û tu hicet tune ye ku têkoşîna wê bi terorê were binavkirin.

Nivîskarekî sûrî: Azadiya Ocalan ji bo gelên bindest gelek wateyan dide
22 kanûn, 2021   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Têkildarî îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan, armancên dewleta Tirk ji berdewamkirina ferzkirina tecrîdê li ser wî, pêkanîna fikirên Ocalan ên neteweya demokratîk li ser erdê û girîngiya vî fikirî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, her wiha dudiliya hêzên rojavayî dema mijar dibe Tirkiyê, nivîskarê siyasî yê sûrî endizyar Mihemed Îsa ku bersiva pirsên ANHA'yê dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ruxmî guhertinên siyasî yên navneteweyî, lê dewleta Tirk ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne. Gelo ji bo çi dewleta Tirk bidawîkirina tecrîdê red dike?

Dewleta Tirk girtina mîlîtan û ronakbîrê gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne, ji ber ku dewleta Tirk îro bi serokatiya partiya Ixwanan, AKP`ê bi taybet di bin serokatiya Erdogan de siyasetên hikumeta Tirkiyeyê didomîne ku li dijî nirxên serdemê, yên demokratîk  û mafên mirovan bi giştî ne. Di tengavkirina azadiya rojnamevanan de di rêza yekemîn de ye. Bi awayekî hovane wan û partiyên din ên muxalif digire. Kar û barên rêxistinên jinan ên ku banga mafên jinan dikin û çalakvanên civaka sivîl asteng dike.

Di vê atmosfera qirêj û serdest a desteserkirina azadiyan de, tê fêmkirin ku azadiya ramangerê pêşeng û têkoşerê neteweyî yê ji bo azadiya mirovahiyê Abdullah Ocalan ji binpêkirin, neheqî û hovîtiyê para şêr werbigire. Ji ber ku fikir û perspektîfên rêber Abdullah Ocalan berovajî polîtîkayên neteweperestî û îdeolojîk ên Îslamî yên zordest in.

Ji ber vê yekê, divê çêkerên desthilatdarî û fikirê neteweparêzî yê xirab dijminatiya vî rêbertiyê bikin da ku ramanên wî nebin hêzekî madî û kirineke dîrokî ku textên (erşên) wan hilweşîne, fikir û ramanên wan ên nexweş û paşverû yên rabirdûyê ji bîr bibin. Tirsa zordar, xwediyên xeyalên xîlafetê û bindestkirina gelan, ji fikirên wî yên ronakbirî, pir kûr û mezin e.

Ji ber çi Tirkiyê serbestberdana wî û bidawîkirina tecrîdê red dike, ji ber ku ew ji her kesî bêtir dizane ku fikirê Ocalan û azadiya wî ji bo gelên bindest ên di bin banê dewleta Tirk de û ji bo gelên herêmê tên çi wateyê. Ev fikir, fikirekî siyasî yê pêşketî ye ku gelan ji şaştiyên dîrokî rizgar dike. Ev fikir dijminê xîtabê netewperestî yê islamî yê zordest ê dewleta Tirk e.

Ne tenê wisa, ji wê zêdetir ji ber fikarên xwe ji bo pêşxistina gelek zanîna mirovan, fikirê ocalanî eleqedariyeke mezin li ser asta cîhanê digire. Mijara azadiya rêber Abdullah Ocalan dibe mijareke exlaqî ya cîhanê ku ji neteweya Kurd wêdetir diçe û li pêşiya wijdanê cîhanê bibe deyn û ji alîgirên raman, çand, jîngehparêz û jinên cîhanê re bibe kêşe.

Armancên Tirkiyeyê ji tecrîdê çi ne?

Armanca tecrîdê ew e Ocalan ji gelên li tevahî qada raya giştî ya cîhanê dûr bixe, siyasetmedarên serdest û sîtemkar her tim dînamîk û kûrahiya perspektîfên Ocalan nas kirin, her wiha êşên gelên li Tirkiye û derveyî Tirkiyê fêhm kirine. Di heman astê de qelsiyên xwe û bersivnedana wan a li hemberî zehmetiyên ku ji ber gotinên Ocalan derketiye holê fêm kirine.

Ocalanizim dibistaneke ramanê ye ku li ser çêj, aqil û wijdanê radiweste û bi mantiqê serdemê ve bi xurtî girêdayî ye.

Ji ber berdewamiya krîzên li Rojhilata Navîn ku gelên herêmê westandiye, ramanên rêber Ocalan çawa dikare di çareseriya krîzan de bibe alîkar?

Pêwîstî bi pêdaçûneke bi berpirsyar ji hemû bername û pêşniyarên ku di van sed salên dawî de yan jî piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û heta niha wekî proje ji bo birêvebirina gelên herêmê hatine ceribandin an pêşkêş kirin hene, ku bi nasnameya xwe ya siyasî û rewşenbîrî ji sê model û projeyan, projeya neteweyî û projeya Marksî hewl dida ku li tu welatekî negihîştiye desthilatdariyê jî derbas bibe. Lê bi giştî di hemû nêzîkatiyên xwe de yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan ên di çareseriya pirsgirêka AKP'ê de di hemû cerbandinan de bi ser neket, tenê di hilberîna xizanî, birçîbûn de, di her tiştî de parçebûna tevna civakî, şer, xwînrijandin û krîzên civakan de bi ser ket.

Sedemên wê jî zelal in û bi kêmasiyên van projeyan, bêhêziya wan a exlaqî, bêkêmasî û herî baş korbûna wan ve girêdayî ye.

Neteweperestê Ereb, gelên ne ereb mecbûr dike ku çermê xwe ji xwe bike û bibe ereb û îslam jî ku erka xwe ya îlahî bi cih bîne, kê bixwaze qebûl bike yan jî kê bixwaze kifur bike, heta radeyekê girseyên herêma me  di rewşa bêhêvîtiyê de ne ku ji hêla tecrube û modelên naskirî ve mînakên wê tunene.

Di vê rewşê de yekane derfeta ku li ber destê girseyên welatê me û welatên wekî me heye, projeya biratiya gelên azad e, di nava pêkhateya neteweya demokratîk de ku hemû pêkhate di maf û erkên xwe de wekhev bin û nasnameyên olî ji pêş de kêm dibin û di destûrên civak û dewletan de cih digirin, nasnameyên medenî û qanûnên laîk hemû kes dikarin para xwe ji dewlemendiya neteweyî bi siyasetên aborî yên ku ji aboriya civaka beşdarbûyî û bi gelek tedbîran bi dest bixin û bi gelek tedbîr û bernameyên ku projeya Ocalan rewşenbîrî û siyasî bi diranan diparêze.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikirê neteweya demokratîk ku rêber Ocalan banga wê kir û di yekitiya gelên herêmê de bi ser ket, esas digre, hûn pêkanîna vê fikirî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê çawa dinirxînin?

Tecrubeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin pêkanîna rast ji neteweya demokratîk re ye ku di bin sîwana wê de pêkhate, nîjad, şepêl, partiyên siyasî ku zêdetirî 30 partî ne, kombûn destpêkê ji PYD`ê û Partî û heta Heyet El-Tensîq, partiya El-Weid û nûnerên eşîran beşdar bû. Ev yek piştî kongreyê eşîran a di sala 2019`an de ku 6 hezar delege amade bûn, pêk hat.

Hemû şepêl û hêzên ku bi awayekî çalak dikevin nava QSD`ê û tev li şerên dîrokî li dijî terora DAIŞ`î dibin û li hember êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê disekinin, Kurd bi Ereb re disekine û El-Awirî, Suryanî û Tirkmen di hemû saziyên Rêveberiya Xweser de di beşên sivîl û leşkerî de. Ya girîngtir di vê tecrûbeya nû de ku li ser yek ji sê parên axa Sûriyê pêk tê, beşdarbûna jin bi rêjeya ku rêjeya beşdarbûna li devereke din li cîhanê derbas dike. YPJ`ê tecrubeyeke serkeftî û cûda ye û weke wê li tu dewletên cîhanê tune ye. Berdêlên ku jinan dan û goristanên şehîdan şahîda rola serkeftî ya Ocalanîzmê di teqandina enerjiyên civakê de ye.

Mirov nikare miqdara tevlîbûna dilsozî ya jin di nava saziyên Rêveberiya Xweser ên sivîl û leşkerî dûrî taybetmedniya Ocalanîzmê ya afrîner, siyasî û felsefîk fam bike. Li pêşiya me her tim dirûşmeya Ocalan ê navdar "Welatê azad tê wateya jina azad" ku jineolojiya-zanista jinê roleke ber çav di vê çarçoveyê de pêk tîne.

PKK`ê banga yekitiya gelên herêmê û xurtkirina edalet û wekheviyê di navbera gelan de dike, gelo ev terrore ku ev partî têke lîsteya terorê?

PKK`ê pêşengtiya tevgera rizgariya neteweyî dike û bernameyekî demokratîk esas digre ku banga biratî û aştiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike. Ev mafeke ku di hemû şerîetan de hatiye misogerkirin. Tecrubeyên gelan ku tijî nimûneyên weke wê ne. Di komunîzmê de pîvaneke heye dibêje mafê her gelekî heye çarensûsa xwe diyar bike. Di heman demê de nirxên şoreşên demokratîk ên burcwazî li Ewropa û li deverên din ev yek hatiye destnîşankirin. Di encam de tu sedem tune ye ku têkoşîna PKK'ê weke teror were diyarkirin.

Di dema ku PKK`ê banga xurtkirina aştî û edaletê dike, AKP`ê şer li tevahî Rojhilata Navîn derxist, gelo gereke kîjan têkeve lîsteyên reş?

Li herêmê AKP`ê partiyeke terorîst ye û xwedî ajinde û siyasetên ku gefan li aştî û aramiya cîhanî dixwe. Şopdarê kiryarên vê partiyê li Sûriyê, Lîbya, bakurê Afrîka, Somal, kendavê û herêmên din destnîşan dike ku projeyeke terorî ji aliyê vê partiyê ve bi awayekî veşartî tê kirin da ku êrişî cîhanê bike. Ev proje heger derfet jê re were dayîn û were şopandin dê asta xeteriya Naziyan derbas bike. Tişta tê xwestin ne ku wî têxin lîsteya reş, lê belê divê rewşa awarte ya cîhanî were ragihandin da ku rê li pêşiya wî û dîroka wî ya sûcdar li Tirkiyê were girtin. Dîroka Tirkiyê bi serê xwe teqeziya vê yekê dike. Qirkirinên li dijî ermen, elewî û kurdan, her wiha komkujiya di demeke nêzî de ya li dijî komxebata nivîskaran di bajarekî Tirkiyê de hate kirin, vê yekê piştrast dike.

Di 10 salên dawî de rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra ku destekê ji dewleta Tirk digrin, derketin. Gelek belge vê yekê teqez dikin, lê NATO îsrar dike ku PKK`ê di nava lîsteya terorê de bihêle, tevî ku vê partiyê çek ji bo parastina kurdan rakiriye. Lê NATO û Ewropa red dikin ku dadgeheke navneteweyî ji bo damezirandina çeteyên DAIŞ`ê were avakirin, hûn vê du rûtiyê çawa dinirxînin?

Bê guman siyaseta rojavayî ya li hember dewleta Tirk her tim bi du rûtî, serxistina berjewendiyan, avakirina hevalbendiyan li ser hesabê tevgerên rizgariyê û berjewendiyên gelan tê naskirin. Ev yek di şerê sar de diyar bû. Bêdengiya wan li hemberî qutkirina Lîwa Îskenderon û Efrîn a bakur û rojhilatê Sûriyê nayên jibîrkirin. Di dirêjahiya şerê sar de rojavayiyan dewleta Tirk xelat dikin û çavên xwe ji dijminatiya wê digrin. Ji ber ku Tirkiyê sînorê başûr ê Yekîtiya Sovyeta ya berê ye. Îro jî dewleta Tirk li ser nakokiyan dilîze, ji lew re divê tevahî mirovahî ji xeteriya wê hişyar be.

ANHA