Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket

Projeya sebzeyan a Komîteya Aboriya Jinan li navçeya Tirbespiyê, bi ser ket û di encamê de dê komîte projeyê berfirehtir bike.

Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
Projeya sebzeyan li Tirbespiyê bi ser ket
22 kanûn, 2021   08:18
QAMIŞLO - RÊNAS REMO

Navçeya Tirbespiyê çavkaniyeke sereke ye ji bo hinardekirina gelek cureyên sebzeyên havînê û zivistanê ji bo bazarên herêmî ye.

Çandiniya kartol ku wekî hêmaneke sereke ya xwarina herêmê ye, hişt ku gelek cotkar berê xwe bidin çandiniya wê. Balkêş e ku berê cotkaran kartolan neçandibûn, ji ber ku bi fikar bûn kartol li herêmê çênabe û hewayekî guncaw hewce dike.

Komîteya Aborî ya Jinan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê, beriya 6 salan projeya sebzeyên demsalî vekiribû û donimeke erd ji bo çandina sebzeyan cur bi cur veqetandibûn  ku berhemên wê îro digihêjin bazaran herêmî.

Projeya Komîteya Aboriya Jinan bi 4 beşdaran bi armanca pêşxistina aboriya herêmê û gihandina herêmê ber bi qonaxa xwetêrkirinê ve dest pê kir, îro jî hejmara jinên karker di wê de gihaştiye zêdetirî 100 kesî.

Komîteyê îsal 50 donim zeviyên çandiniyê ji bo çandina kartolan veqetandibû. Her donimekê îsal 3 ton kartol dan.

Ji bo projeya sebzeyên demsalî, plansaziyeke çandiniyê der barê berhema kartol hatiye çêkirin. Li gorî vê yekê, kartol di salekê de du caran tê çandin.

Proje berhemên xwe yên sebzeyan li bazara navçeya Tirbespiyê bi buhayên guncaw difiroşe bi awayekî ku pêwîstiya gel bi sebzeyan dabîn bike. Her wiha komîteyê, li navçeya Tirbespiyê dikaneke taybet vekir da ku berhemên xwe bifiroşin welatiyan.

Cotkarên navçeya Tirbespiyê ji bo zêdekirina hilberînê pêwîstiya wan bi piştgiriya zêdetir heye.

(dx)

ANHA