​​​​​​​Çalakvanên Sêmalkayê: Divê PDK ji xwe re hincetan çêneke

Di roja 75’an a çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê de beşdaran nerazîbûn nîşanî girtina deriyê sînor da, biryardariya xwe ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan dubare kir.

​​​​​​​Çalakvanên Sêmalkayê: Divê PDK ji xwe re hincetan çêneke
18 kanûn, 2021   13:09
QAMIŞLO

Çalakiya li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, di roja xwe ya 75'an de berdewam dike. Çalakvan tevî serma û baranê jî çalakiya xwe didomînin û destnîşan kir ku tevî hemû kiryarên PDK'ê jî bi biryar in ku cenazeyên gerîlayan wergirin.

Ji çalakvanan endama meclisa navçeya Til Temirê Rama Seydo nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku PDK li şûna ku daxwazên çalakgeran bi cih bîne, deriyê sînor ê Pêşxabûrê girtiye û got: "Dijmin jixwe hewl dide 4 parçeyên Kurdistanê ji hev qut bike. Niha jî têkiliya di navbera Başûr û Rojava de qut dikin. PDK'ê bi hincetên vala sînor girt. Em bi israr in ku cenazeyên şehîdên xwe wergirin."  

'ÇALAKIYA ME DÊ BIDOME'

Endama Mala Jinan a Til Temirê Necla Sîmêla jî diyar kir ku ew bi rojan e daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayan dikin lê PDK’Ê bi girtina deriyê sînor bersiv da. Necla Sîmêla ev peyam da: "Derî bigirin jî em ê çalakiya xwe bidomînin."

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, di 5'ê Cotmehê de li Sêmalkayê dest bi çalakiya konvedanê kiribû. Çalakî di roja xwe ya 75'an de dewam dike lê belê PDK'ê di 16'ê Kanûnê de bi girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê bersiv da daxwaza malbatên şehîdan û çalakvanan.

ANHA