Li Pakistanê teqîn; 10 kesan jiyana xwe ji dest da

Îro li Pakistanê teqînekê rû da. Di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li Pakistanê teqîn; 10 kesan jiyana xwe ji dest da
18 kanûn, 2021   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Pakistanê ragihand ku di encama teqîna li herêma Şêrşah Baratşa Tişok li Qaraçiyê de, 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.

Li gorî heman dezgehan, teqîn di boriya xeta gazê de ku di bajêr re derbas dibe, pêk hat.

Li gorî Rûsya El-Yewm rayedarên pakistanî piştrast kir ku herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest daye û 12 kesên din jî birîndar bûne.

(şx)