Piştî daristanên Efrînê, dagirkeriya Tirk daristana Serêkaniyê jî wêran dike

Piştî ku dewleta Tirk zêdetirî milyonek dar li Efrînê birîn, vê carê li Serêkaniyê jî heman tiştî dike. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek darên baxçeyên bajêr û gundewarên birîn.

Piştî daristanên Efrînê, dagirkeriya Tirk daristana Serêkaniyê jî wêran dike
18 kanûn, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên Ehrar El-Şerqiye û yên Sultan Murad û Hemzat li rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî daran dibirin û difiroşin.

Ji ber ku nirxê lîreyê Tirk gelekî daketiye, li Serêkaniyê kel û pel pir buha bûne. Tûrikê nan bûye 500 lîreyê Sûriyê û hejmara nanên tê de hat kêmkirin. Her wiha li hin deran tûrikê nan bi hezar lîreyî difiroşin.

Ji dema ku dewleta Tirk Efrînê dagir kiriye, çeteyên dewleta Tirk a dagirker nêzî milyonek dar birîn.

(şx)

ANHA