Li Girê Spî bermîla mazotê bi 500 hezar lîreyî tê firotin

Çavkaniyên ji Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku li kantona dagirkirî nirxê bermîleke mazotê gihaşt 500 hezar lîreyên Sûriyê.

Li Girê Spî bermîla mazotê bi 500 hezar lîreyî tê firotin
18 kanûn, 2021   11:59
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, bazirganên mazotê bermîla mazotê bi 500 hezar lîreyên Sûriyê difiroşin.

Çavkaniyan diyar kir ku piraniya şêniyên kantona Girê Spî ji ber nebûna madeyên bingehîn, berê xwe didin rêbazên germkirinê yên kevn, wekî êzing an jî komkirina naylonan da ku xwe pê germ bikin.

Welatiyên herêmên dagirkirî ji ber daketina nirxê lîreyê Tirk, ji ber şert û mercên jiyanî yên dijwar û bihabûna hemû madeyên bingehîn, zehmetiyan dikişînin.

(dx)

ANHA