Di roja 70’yan de li Sêmalkayê bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin

Çalakiya li Sêmalkayê 70 roj e didome. Koma Qamişloyê çalakî ji koma Amûdê dewr girt û bi daxuyaniyekê bang li saziyên mafê mirovan kir û got "Dengê malbatên şehîdan bibihîzin."

Di roja 70’yan de li Sêmalkayê bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin
13 kanûn, 2021   13:06
QAMIŞLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibûn şehîdkirin, li dergeha sînor a Sêmalkayê di roja xwe ya 70’yan de dewam dike.

Endamên meclisa navçeya Şerqî ya Qamişloyê îro çalakî dewr girt û ber bi konê çalakiyê ve meşiyan. Koma Amûdê çalakvanên nû bi dirûşman pêşwazî kirin.

BANGA LI SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN

Berdevka Kongra Star ya Qamişloyê Şaxa Xelîl li ber konê çalakiyê bi navê komê axivî. Şaxa Xelîl sersaxî ji malbatên hemû şehîdên azadiyê re xwest û got: "Ev  70 roj e mêr, jin, ciwan û kal û pîr ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên me yên di destê PDK'ê de, li vir in. 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bû. Em bi vê boneyê bibêjin; ka parêzvanên mafên mirovan? Ji bo wergirtina cenazeyên xwe bi rojan e em çalakiyê dikin, lê belê tevî yên ku banga mafên mirovan dikin, hemû cîhan bê deng e.”  

Têkildarî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê ya di van êrişan de, Şaxa Xelîl wiha axivî: "Dewleta Tirk li Qamişloyê komkujiyek pêk anî. Li Şengalê dest bi êrişan didomîne. Êrişên wan ên li hemberî Rojava, Başûr û Şengalê bê navber dewam dikin. PDK di van êrişan de destekê dide dewleta Tirk, li qadên gerîla rê nîşan dide, agahiyên îstîxbaratî dide û di qetilkirina sivîlan de dibe alîkar, lewma jî xayîn e." 

'ÊDÎ BES E'

Şaxa Xelîl wiha pê de çû: "Em ji xiyaneta PDK'ê û bêdengiya saziyên mafên mirovan re dibêjin êdî bes e. Heta ku em cenazeyên xwe wergirin dê ev çalakî bidome. Em ê her tim têkoşîna xwe bilind bikin û şoreşa xwe ber bi serkeftinê ve bibin."

Piştî axaftinê, endama meclisa navçeya Amûdê Şîrîn Dirbaz li ser navê koma Amûdê axivî û çalakî dewr kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan 5'ê Cotmehê ji bo wergirtina cenazeyên şehîdên ku bi destê PDK'ê hatine şehîdkirin, çalakî dabû destpêkirin.

ANHA