200 kesên din ji kampa Holê derketin

Koma 48'an a ji 200 koçberên Minbicê pêk tê ku li kampa Holê dimana, ji kampê derketin û vegeriyan malên xwe.

200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
200 kesên din ji kampa Holê derketin
13 kanûn, 2021   13:03
HESEKÊ

Rêveberiya Kampa Holê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Minbicê, beşa 20`an a kesên ji Minbicê ku li kampa Holê diman, li ser daxwaza wan ji kampê derxistin.

Ev yek di çarçoveya pêkanîna biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 10`ê Cotmeha 2020`an de pêk hat. Ev biryar piştî civîna di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Karûbarên Civakî û Xebitandinê û Desteya Hundir de di 5`ê Cotmeha 2020`an de hat girtin.

Beşa îro ji kampê derketî, tevî girtina girtekên ewlehiyê yên zêde berê xwe da bajarê Minbicê. Beş ji 200 şêniyên Minbicê pêk hat ku di nav de zarok û jin hene.

Berpirsên kampê diyar kirin ku heta niha 48 beş ji şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxwaza wan ji kampê derketin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Holê ya herî mezin e û cîhanê ya herî xeter e ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne.

)şx)

ANHA