Hikumeta gundewarê başûrê Idlibê bi topên lêzerî kir hedef

Hêzên hikumeta Şamê vê sibê herêmên li gundewarê başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kir û dibistanek li Marzaf yê Idlibê kir hedef.

Hikumeta gundewarê başûrê Idlibê bi topên lêzerî kir hedef
13 kanûn, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê vê sibê careke din herêmên li gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir. Deverên li Mentef, Merbilît û Marzaf ên gundewarê başûrê Idlibê bi mûşekan kir hedef.

Her wiha dibistanek li Marzafê bû hedefa topbaranê, lê tu agahî derbarê windahiyan de nehatin bidestxistin. Hemwextî wê balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê gundewarê başûrê Idlibê firiyan.

Li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker bi moşekan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Keferbatîx, Hirş Xan El-Sibil, nêzî rêya navneteweyî Şam-Heleb li gundewarê başûrê Idlibê kirin hedef. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî eniyên şer ên li Sehil El-Xab li gundewarê bakur rojavayê Hemayê û çiyayê Zawiye yê gundewarê başûr û rojavayê Idlibê dan ber topan.

(şx)