Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê yekemîn civîna jin a salane li dar xist

Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê yekemîn civîna jin a salane bi beşdarbûna 250 jinên ku cihê xwe di nava saziyên girêdayî desteyê de digrin, li dar xist.

Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê yekemîn civîna jin a salane li dar xist
13 kanûn, 2021   12:18
QAMIŞLO

Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê yekemîn civîna jin a salane (2021) lidar xist. Civîn  li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner a bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Nêzî 250 jinên ku cihê xwe di nava saziyên girêdayî Desteya Hundirîn de digrin, beşdarî civînê bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Hêzên Hewarî, Polîsên Tirafîkê, Sutoro-Jin, Natorê-Jin, Rêveberiya Veguhestinê, Rêveberia Rêdanê û Tîmên Ambulance û Awartê.

Beriya civîna salane, civîn di asta her saziyekê dihat lidarxistin, lê ji bo geşkirina kar û xebatên wan her wiha zêdebûna nêrînan di avakirinên nû de, civîna salane ya jin di asta giştî de hate lidarxistin.

Li cihê civînê wêneyên şehîdên jin, şehîd Hevrîn Xelef û Asmîn Derbas hatibûn daleqandin.

Nûnerên desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Desteya Jin a herêma Cizîrê û Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Firyal Hesen diyar kir ku kar û xebatên desteyê li herêma Cizîrê kareke serkeftî ye û destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi awayekî serkeftî hemû erkên xwe pêk tînin.

Firyal Hesen jinên ku di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin de şehîd bûne bibîr anî û wiha anî ziman: "Îro em bi saya şehîdên xwe li vir kom dibin. Em weke jin bi berxwedanî û têkoşîna xwe gihaştin vê astê. Me bi pêşengî cihê xwe di nava şoreşê de girt."

Paşê Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo jî wiha axivî: "Em bi hêza we serbilindin. Em ked û xebata we pîroz dibînin."

Rîhan Loqo piştrast kir ku hêza jinan bû parasvana destkeftiyên Şoreşa Rojava, çand û welatê û wiha domand: "Divê Asayîşa Jin bi rihê xwe yê şoreşger û welatparêzî kar û xebatê xwe dewam bike."

Rîhan Loqo di axaftina xwe de gotina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist û ev tişt got: "Rêber APO wiha dibêje (Beriya her tiştî vegerin dîrokê, da ku hun karibin pêşrojeke baş bijîn ). Li ser vê esasê mirov  dikarin xwe ji sîstema kapîtalîst rizgar bike. Vê sîstemê xwest ku Rojahilata Navîna ku di nava aramî û demokartiyê dijî,  parçe bikin û li beramberî gelê wê sîstema neheqiyê pêş bixe."

Her wiha Rîhan Loqo di axaftina xwe de teqez kir ku bi yekê dixwazin ku gelê Kurd qir bikin.

Paşê nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên taybet bi jin û rola wê di her qadanê jiyanê de ji aliyê endama Rêveberiya Jin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Silava Mihemed ve hat xwendin.

Civîn li pêşya dezgehên çapemeniyê hate girtin.

Civîn didome.

(sb(

ANHA