Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî guherandina demografiyê didomîne

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yûsif bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk û guherandina demografiya herêmên li Sûriyê dagir kirine, şermezar kir.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî guherandina demografiyê didomîne
13 kanûn, 2021   07:37
MINBIC-EHMED QERACE

Dewleta Tirk a dagirker hîna jî li herêmên Sûriyê yên dagirkirî sûcan pêk tîne. Navenda Belgekirina Sûcan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku Mijdara derbasbûyî li herêmên Efrîn, Carablus, Bab û Ezaz 3 sivîl hatine qetilkirin û 107 kesên din hatine revandin.

Navendê eşkere kir ku li herêmên navborî 28 kes hatine revandin û beramberî serbestberdana wan fîdye hatine xwestin.

Hemwextî wê, dewleta Tirk demografiyê diguhere û siyaseta tirkkirinê dimeşîne.

ꞌBÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ CIHÊ ŞERMÊ YEꞌ

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed Yûsif got: "Mixabin ku cîhan van kiryaran paşguh dike û tu helwestekê nîşan nade ku bi awayekî sîstematîk li dijî gelê herêmê têne pêkanîn."

Yûsif wiha pê de çû: "Ax, kevir, şûnwar, dar û heta mirov ji sûcên dagirkeriya Tirk nefilitîn. Daxwaza dewleta Tirk a dagirker di guhertina demografiyê li Efrînê de diyar e û divê civata navneteweyî erka xwe li hemberî vê yekê pêk bîne. Ew êrişî pîrozahiyan û mafên welatiyan dike. Divê ev dagirkeriya ku êrişên xwe didomîne, bi dawî bibe."

Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker beriya niha li Efrînê gelek kiryar pêk anîne, ji wan guhertina navên herêman û wê wekî kantoneke girêdayî xaka xwe destnîşan kirin. Ev jî guhertina demografiyê û tunekirina nasname û dîroka Efrînê îsbat dike. Ehmed Yûsif da zanîn ku ev kiryar ne tenê li Efrînê, lê belê li hemû herêmên ku dewleta Tirk li Sûriyê dagir kirine, pêk tên.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî vê dijminatiyê bi erka xwe rabin.

(eh)

ANHA