Ji sedî 50 jin di sazkirina hevpeymana civakî de cih digirin

Ji sedî 50 jin di sazkirina hevpeymana civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cih digirin. Endamên jin ên Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Peymana Civakê de dibêjin ku ev hejmar tevahî mafên jinan misoger dike.

Ji sedî 50 jin di sazkirina hevpeymana civakî de cih digirin
13 kanûn, 2021   04:10
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Civîna Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja sêyem û dawî de berdewam dike. Her 157 endamên komîteyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî, tevgerên ciwanan, hiquqnas, saziyên civaka sivîl û saziyên civakî yên herêmê tev li civînê bûn.

15`ê Tîrmeha borî, Rêveberiya Xweser komîteyeke biçûk ji 30 endaman ava kir da ku reşnivîsa hevpeymana civakî amade bike û di civînên berfireh de bi civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ev reşnivîs hat nîqaşkirin.

Tişta balkêş, hejmara jinan di Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Komîteya Biçûk ji 15 mêr û 15 jinan pêk tê.

/kr/uploads/files/2021/12/12/214039_-.webp

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Komîteya Sazkirina Reşnivîsa Hevpeymana Civakî Sîham Qeryo axivî ji ANHA'yê re axivî û got: "Piştî bidawîbûna nivîsandina hevpeymana civakî ji aliyê komîteya biçûk ve ya ji 30 endaman pêk tê , niha awayekî demokratîk nîqaşa û erêkirina li ser reşnivîsê tê kirin."

Sîham Qeryo diyar kir ku ev hevpeymana civakî mafên hemû pêkhate, netewe û olan, jin û ciwan misoger dike.

Rêjeya beşdarbûna jnan di Rêveberiya Xweser de ji sedî 40 bû. Li gorî Sîham Qeryo, hejmara jinan dê bibe ji sedî 50.

/kr/uploads/files/2021/12/12/214055_-.webp

Endama Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Îbrahîm bal kişand ser tevlêbûna jinan di qadên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Piştî veguhestina ji pêvajoya koletî ber bi pêvajoya azadiyê ve, jinan bi rêveberiya xwe ya xweser di qadên siyasî û civakî de cih digire û tevlbûna wê balkêş e."

Meryem Îbrahîm diyar kir ku ji sedî 50 jin beşdarî sazkirina hevpeymana civakî bûne û ev jî hemû mafên wan dabîn dike û wiha dewam kir: "Ji aliyê kesên ku bi zihniyeta baviksalarî ya desthilatdar ve girêdayî astengî tên derxistin, lê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê isbata hebûna xwe kir, mînaka wê jî beşdariya wê ya ji civîneke girîng wekî sazkirina hevpeymana civakî ya herêmê ye."

Endama Komîteya Amadekar destnîşan kir ku ev hevpeymana civakî nîşaneya hebûna projeyeke demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em tê de tevlêbûna jinan a ji hemû qadên siyasî, îdarî, civakî û leşkerî dibînin."

(eh)

ANHA