Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye

Li keviyên rê, li çiyayên Lêlonê û li her goşeyekê şûnwarên bi hezar salan hene, dîrok û şaristaniya kurdan îsbat dikin. Lê  bi hebûna dagirkeriya Tirk re ji ber hewldanên wê yên qirêj rewş cuda ye.

Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
Şaristaniya kurdan a li Kilotê rûbirûyî xeteriyê ye
12 kanûn, 2021   18:25
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

XLi gorî çavkaniyên dîrokê, gundê Kilotê yê kevnar e ku bi hezar salan hatiye avakirin, girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye û yek ji gundê li ser sînorê çiyayên Lêlonê ye. Lê îro ji ber topbaranên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rûbirûyî wêrankirinê ye.

Gundê Kilotê 20 kîlometreyan  dikeve başûrê rojhilatê Efrînê ye û 25 kîlometreyan dikeve  bakur rojavayê Helebê. Di gund de zêdetirî 75 mal hene û niştecihên wê 600 e, şêniyên wê di xwedîkirina pez û şikandina keviran de dixebitin.

Li gorî lêkolîner û wêjevan Merwan Berekat, Çiyayê Kurmênc şaristaniya dîrok ya hevn e û çiyayên Lêlonê jî parçeyek ji wê şaristaniya dîrokî ye û gelek şûnwar li çiyayên wan gundan hene mîna Dêr Mişmiş, Gobelê, Beradê, Kîmar, Kefer Nebo, Xerab Şems û Kilotê. Dema lêkolîn li ser şûnwarên gundê Kîmarê çêdibûn, dêrek heye û li ser deriyê wê sembola roj heye û li kêlek wê jî sembola Melekî Tawûs heye û ev jî kurdwariya herêmê îsbat dike.

Di Xerab Şems de bermahiyên perestgeheke kevn hene û li ser deriyê wê seriyê ga heye û li gorî nivîsên êzidî gotinek kevn heye "Bide xatir erş û kursî, ga û masî, aşê şemis guh bide malê mawya xwe jî bi dîra mirovtî." Di vê nivîsê de îşaret bi ga tê kirin, ev jî nîşaneyeke din a hebûna şaristaniya kurdan e. Her wiha beriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêmê dagir bikin li gundê Kefer Nebo peykera xwedawend Nabo hebû.

Li gorî hin pirtûkên kurdî, Marmaron ji herêma Sîruos (Nebî Horî) berê xwe dide çiyayên Lêlonê û diçe gundê Kilotê û berê xwe dide rojhilatê gund û li zîrweyê rûdine da ku welatiyan tev li ola Xiristiyan bike. Li Kilotê du dêr hatin avakirin. Dêrek li rojhilatê gund e, di 492’yan de hat avakirin û dêra din jî li rojavayê gund di sedsala 6’an de hat avakirin û ew dêra ku Marmaron berê xwe didiyê. Ev dêr li ser perestegehe kevn hat avakirin, lê dem şer di navbera xiristiyan û dewleta Hemedanî de çêbû xiristiyaniyan dîwar li dora dêrê lê kir û heta niha bermahiyên wê hene. Li gorî pirtûkên dîrokê yên cîhanê yên belgekirî, wê demê xiristiyanan dêr vegerandin baregeheke leşkerî.

Di wê serdemê de, çiyayên Lêlonê herêma nakok û şeran bû. Li Kilotê baregehên leşkerî hebûn û li ser wan gelek dîrok hatibûn nivîsandin; 1042, 347, 545, ev salên ku tê de şer li herêmê bûye.

Dîroka van perestgehan vedigere bi hezar salan û li ser sembol û nexşe hebûn ku kurdewariyê vî gundî ku dikeve navbera gundê Mezin û Birc Qasê îsbat dikin û ji wê zêdetir jî dîroka herêmê bi giştî îsbat dike. Tê zanîn ku şêniyên Kilotê ji gundê Mezin hatin û ji şêniyên Şêrawa yên resen in.

Cihên dîrokî yên li herêmê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve rûbirûyî talankirina ye, ji ber kîlometreyekê nêzî gund in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundê Kilotê û kela wê ya dîrokî topbaran dikin.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Gerînendetiya Şûwarên herêma Efrînê û pisporê şûnwaran Selah Sîno li ser girîngiya şûnwarên li navçeya Şêrawa û siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên îmhakirina dîroka herêmê û dagirkirina wê axivî.

Sîno wiha got: "Kantona Efrînê ya dagirkirî ji Kevn ve herêmeke dîrok û xwedî erdnîgariyeke girîng e û dîroka wê vedigere milyon sal berî mîladê, ew jî li gorî lêkolînên dîrok ku şandeya Japan-Sûriyê di lêkolîna li ser dîroka herêmê de îsbat kiriye û dema kolan û vekolîna li şikefta 'Duderiyê' hatin çêkirin ev yek hatin teqezkirin. Di 2008’an de, li gorî Dr. Yûsif Kênco tiştê li şkefta Duderî hatiye dîtin vedigere 300 hezar sal."

'BÊDENGIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ DIHÊLE HER TIM DEV TOPAVÊJÊN DAGIRKERIYÊ GERM BIN KU ŞARISTANIYÊ WÊRAN BIKIN'

Selah Sîno da zanîn ku cihê dîrokî yê li gundê Kilotê û kela wê ji bo dîroka kantona Efrînê ya dagirkirî xwedî girîngiyeke mezin e û di 2011’an de di lîsteya UNESCO û mîrateya cîhanê de hatiye tomarkirin, ji ber xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye ku Marmaron jiyana xwe tê de derbas kir. Sîno da zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên rojane kela dîrokî gelek zirar dîtin.

Sîno eşkere kir ku di 6’ Hezîrana îsal de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kela Kilotê topbaran kirin, di encamê de gelek zirar gihaştin kela û sûra wê hem ji derve hem ji hundir ve.

Sîno destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker 65 cihên dîrokî yên li kantona Efrînê ku dîroka wan bi hezar salan e wêran û talan kir.

Sîno ev tişt got: "Piştî dagirkeriya Tirk cihên dîrokî yên li kantona Efrînê dizîn û wêran kirin, hewl dide bi rêya topbaranên li derveyên herêmên dagirkirî wan cihên dîrokî jî talan bike. Da ku nasnameya herêmê têk bibe.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Sîno ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk ne tenê şûnwaran didize, di heman demê de hewl dide demografiya herêmê biguhere û li şûna wê nasnameya Osmanî ya têkçûyî bi cih bike."

Sîno diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker di avakirina dîroka nû ya li herêmê de vedigere dîroka Osmanî da ku xwe li herêmê xurt bike û demeke dirêj lê bimîne.

'PEYMAN Û MÎSAQÊN NAVNETEWEYÎ XUMAVEK LI SER KAXIZÊ MANE'

Girêdayî vê yekê Sîno da zanîn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî cihên dîrokî li Efrînê û derveyê erdnîgariya ku wê dagir kiriye li gorî mîsaq û qanûnên navneteweyî sûcên şer in û li gorî wê tên cezakirin û wiha got: "Tiştê balkêş ew e ku dewleta Tirk a dagirker dûrî qadên şer sûcan li dijî cihên dîrokî pêk tîne, ev jî sûcên dagirkeriya Tirk ên li dijî cihên dîrokî yên Efrînê eşkere dikin."

Sîno diyar kir ku tevî mîsaq û peymanên ku dewletên mezin îmze kirine, ji nav wan jî dewleta Tirk e, gelek sûc li dijî wêrankirina şaristanî û nasnameya gelên din pêk tên. Ji wan peymanan jî peymana Lahay a 1954’an û du protokolên wê, peymana UNESCO ya 1970 û 1972’yan. Lê mixabin tevî wan peymanan jî, dagirkeriya Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî û peymanên navneteweyî sûcên dîrokî li dijî gelên herêmê pêk tîne.

Selah Sîno wiha dawî li gotina xwe anî: "Di dirêjahiya krîza Sûriyê de, Meclisa Ewlehiyê 3 biryar dan, ya yekemîn di 2014’an de, ya duyemîn di 2015’an de û ya dawî jî di 2017’an de bû. Di wan peymanan de aliyên dijber ji wêrankirin û talankirina cihên dîrokî li Sûriyê hişyar dike û divê ew wan cihan biparêzin, bazirganiyê pê nekin an jî wan parçeyên şûnwarî veneguhêzin derveyî xaka Sûriyê. Lê ruxmî wê, hîna kiryar û sûc li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tên. Li hember van hemû sûcan jî tenê rêxistinên navneteweyî raporên lawaz didin û wan sûcan şermezar nakin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A9xUdsHtd0g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>