Êzidiyên Efrîn û Helebê sûcê li dijî Merwan Bedel şermezar kir

Êzîdiyên Efrîn û Helebê sûcê qetilkirina Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şermezar kir û bang li Iraqê û civaka navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

Êzidiyên Efrîn û Helebê sûcê li dijî Merwan Bedel şermezar kir
8 kanûn, 2021   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Êzîdiyên kantona Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava û Mala Êzidiyan a Helebê daxuyaniyên cuda da. Tê de êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê şermezar kir.

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidiyên kantona Efrînê, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava li pêşiya navedna xwe ya li navçeya Ehdas kom bûn û wêneyên şehîd Merwan Bedel ku li Xanesorê di êrişa dagirkeriya Tirk de şehîd bû, hildan.

Daxuyaniya Yekitiya Êzidiyên kantona Efrînê ji aliyê hevserokê yekitiyê Hisên Hesen bi zimanê erebî hat xwendin.

/ar/uploads/files/2021/12/08/124936_ayzydw-mqatah-afryn-ystnkrwn-jrymh-alahtlal-bhq-mrwan-bdl-28329.webp

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk di dîrokê de qirkirina êzidiyan didomîne, her wiha diyar kir ku hedefgirtina Merwan Bedel destdirêjî û kiryarekî tirsonek e.

Di daxuyaniyê de bang li Iraqê, civaka navneteweyî û tevahî azadîxwazên cîhanê hat kirin ku li dijî terora dewleta Tirk û çeteyên wê û sûcên wan li dijî êzidiyan bisekinin. 

YEKÎTIYA JINÊN ÊZIDÎ YA ROJAVA

Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava ji aliyê endama yekitiyê Hiyan Elî ve bi zimanê Erebî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hovîtiya dewleta Tirk nîşaneya kîn û dijminatiya wê ya li hemberî vî gelê êzidî ye ku zêdetirî 74 Ferman lê rabûne. Her wiha bal kişand ser peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ku armanca wê tunekirina Rêveberiya Xweser û têkbirina îradeya civaka êzidî ya li Şengalê ye.

Di daxuyaniyê de sûcê dewleta Tirk a faşîst û hedefgirtina pêşengên civaka êzidî hate şermezarkirin û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî û NY`yê hat kirin ku sînorekî ji êirşên hovane yên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî îradeya civaka êzidî re deynin.

MALA ÊZIDIYAN A HELEBÊ

Bi dehan endamên Mala Êzidiyan li ber navenda xwe ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisê Yêldiz Marko ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dewleta Tirk weke xeteriyeke mezin li ser hebûna êzidiyan hate hesibandin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku bi awayekî yekser derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê êzidî de, dest bi lêpirsînê bikin.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Şengalê bi dawî bû.

(dx, dm)

ANHA

<iframe width="650" height="370" src="https://www.youtube.com/embed/uFa4qA02xyw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="676" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/aR9Ob883z8c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>