​​​​​​​YRK’ê derbarê êrişa hewayî de daxuyaniyek belav kir

Fermandariya YRK’ê têkildarî êrişa şevê din a balafirên bêmirov ên Tirk de daxuyaniyekî belav kir û eşkere kir ku ti wendahiyeke hêzên wan nîne, lê zirara madî gihîştiye xelkê herêmê.

​​​​​​​YRK’ê derbarê êrişa hewayî de daxuyaniyek belav kir
4 kanûn, 2021   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk a dagirker şevê din li dijî gundê Rengîne ya girêdayî Pêncwênê êrişa hewayî pêk anîbûn.

Têkildarî êrişa şevê din Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

YRK’ê diyar kir êriş di derdora saet 19.45’an de bi balafirên bêmirov û biçek (SİHA) pêk hatiye.

YRK’ê ragihand ku ti wendahiyeke hêzên wan nîne, lê zirarên madî gihîştine xelkê herêmê.

Berfirehiya daxuyaniya YRK’ê wiha ye:

"Weke tê zanîn dewleta faşîst û dagirker ya Tirk di dîroka 03-12-2021’an û saet 19.45’an de li herêma Pêncwênê li derdora gundê Rengîne, bi rêya balafirên keşfê êrîşa hewayî pêkaniye. Di vê êrîşê de zirarên madî gihîştine xelkê herêmê, lê tu zirarek negihîştiye hêzên me."