Parlamenterên HDP`ê xwest biçin Îmraliyê

Parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan û Huseyîn Kaçmaz ku endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a meclisa Tirk in, ji bo naskirina rewşa girtiyên li Îmraliyê xwest biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi girtiyan re bikin.

Parlamenterên HDP`ê xwest biçin Îmraliyê
3 kanûn, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji rêber Abdullah Ocalan, Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Weysî Aktaş nayê girtin. Wekîlên HDP'ê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.

Serlêdana ku li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hate kirin wiha ye:

"Li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, Abdullah Ocalan ê ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve tu agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî di 25'ê Adarê de derfet ji malbatan re hate dayîn ku bikarin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin, lê axaftina wê demê ya telefonê ya bi rêber Abdullah Ocalan re jî ji ber sedemeke nediyar nîvco hatibû hiştin. Axaftina bi Hamîlî Yildirim re jî kurt bû û Konar û Aktaş diyar kirin ku ew 'tecrîdê şermezar dikin', lewma axaftina bi telefonê red kiribûn. Xizmên wan ji hingî ve agahiyê ji wan nagirin, ji ber rewşa wan a tenduristiyê û jiyana wan bi fikar in. Parêzeran jî serî li komîsyona me dan û xwestin ku bikevin dewrê. Malbatan her wiha serdana koma me ya li Meclîsê kirin û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin. Ji bo mafê ragihandinê yê malbatan 3u girtiyan, ji bo şopandina mafê agahîwergirtinê û bidawîkirina fikarên malbatan, ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan divê komîsyona me serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.”