Baroya Amedê ji bo ku biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da

Baroya Amedê ji bo ku biçe Girtîgeha Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê ya dewleta Tirk da.

Baroya Amedê ji bo ku biçe Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
3 kanûn, 2021   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Baroya Amedê ji bo ku bi rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yİldirim û Weysî Aktaş re hevdîtinê bike, serî li Wezareta Dadê ya Tirk da.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê 24'ê Mijdarê ji bo muwekîlên xwe yên li girtîgeha Îmraliyê bibînin, serî li Baroya Amedê dabû. Parêzeran ji baroyê xwestibû ji bo ku parêzer û malbat bikarin muwekîlên wan bibînin, ku ev 8 meh e agahî jê tune ye, hewl bidin.

Baroyê ji bo tespît û çavdêriyan li ser mijarên diyarkirî bike, ji bo ku biçe Girava Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da.

Baroyê wiha da zanînî: “Ji bo ku di cih de tespîta şertên jiyanê yên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê were kirin, li ser serlêdana li Baroya Amedê, bi armanca çavdêrî û nirxandina îdiayên li ser binpêkirina mafên sereke û azadiyan, divê Wezareta Dadê destûrê bide û li cihê bûyerê lêkolîn were kirin.”