Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!

Çalakvanên li Sêmalkayê ev 60 roj in li dijî radestnekirina cenazeyên her du gerîlayên şehîdên xwedî helwest in. Çalakvan li ser rewşa cenazeyên şehîdan bi fikar in.

Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!
Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!
Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!
Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!
Fikarên çalakvanên li Sêmalkayê: Gelo cenaze teslîmî dewleta Tirk kirine!
3 kanûn, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li dergeha Sêmalka ji 5’ê Cotmehê ve dewam dike. Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser piştgiriya çalakiyê dikin. Ruxmî şandina nameyan û banga daxwaza radestkirina cenazeyên her du şehîdên ji Rojavayê Kurdistanê Serdem Cûdî û Tolhildan Raman heya niha ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê tu bersiv nehatiye dayîn. Ev bêhelwestî hersa malbata mezintir dike ku di wergirtina cenazeyên şehîdan de bi israr in. Her wiha çalakvan û malbatên şehîdan bi fikar in ku cenaze teslîmî dewleta Tirk hatibe kirin yan jî bi laşên şehîdan hatibe lîstandin. 

HEMÛ SAZIYÊN RÊVEBERIYA XWESER SERDANA KON KIRIN

Endama Komîteya Amadekar Sabah Mihemed Elî ku ev 60 rojin bênavber di çalakiya konvedanê de cih digre destnîşan kir ku heya niha tu sazî nemane ku serdana konê çalakiyê nekirine û got: “Em jî wekî Dayikê Aşitiyê du caran em derbas bûn me daxwaza cenazeyên şehîdên xwe ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kirin. Ji me re gotin ku cenazeye we ne li gel me ne, em nizanin cenazeyê we li kudere ne, zarokên we li Îranê şehîd ketine. Paşê ji me re gotin bi rêya têkiliyan (dîplomasî) werin. Bi rêya têkiliyan me nameya ku navê şehîdan û li kuderê şehîd ketine nivîs û me ji wan re rêkir. Lê dîsa jî ruxmî ku em 4 saetan li wir man û rê girt lê tu bersiv nedan. Em cenazeyên xwe ji Erdogan naxwazin. Em dibejin em Kurd in birayê hev in daxwaza cenazeyên şehîdên xwe ji wan dikin. Gotina pêşiya ye ku dibejin `Bila çavê te li rêya dûr be ne qebra kur be.` Heya cenazeyê me nedin me em rehet nabin. Wê ev konê me be ku em bibêjin zivistane, havîne bênavber berdewam bike.  Heya em cenazeyên xwe wernegrin û nespêrin axê em konê xwe ranakin. Heta malbatên çeteyên Roj hatin û helwestên xwe nîşan dan. Helwesta malbatên çeteyên Roj jî gelekî baş bû. Banga vegera zarokên xwe kirin û şerê birakujî nekin. Hêrsa wan xurt bû û israr bûn.”

ÇI LI CENAZEYAN KIRINE?

Sabah Mihemed Elî, bêhelwestiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê l beramberî daxwaza radestkirina cenazeyan wiha dinirxîne: “Heye ku cenaze radestî dewleta Tirk hatibe kirin, yan jî bi cenazeyan hatibe lîstandin ku bi israr in dibêjin me cenaze nedîtine. Dayikên Aşitiyê yên Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî piştgiriya çalakiya me dikin ku heya dayikên li Ewropa jî piştgiriya xwe nîşan dikin.”

Sabah Mihemed Elî, diyar dike ku divê ev cenaze ji destpêka vedana kon bi xemilandina gul û kulîlkan radestî malbatan hatiba kirin û bang li PDK, hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku rojeke beriya rojekê cenazeyan radest bikin. 

`NÊZÎKATIYA HIKÛMETA BAŞÛR ŞERMEZAR DIKIN`

Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin a herêma Cizîrê Hilat Mihemed anî ziman ku êdî ji îxaneta PDK'ê re bes e û got: “Rehîngirtina cenazeyan êşeke gelekî mezin e. Di ola îslamiyetê de dibêjê ku nabe cenaze li cihekî bimîne. Ev du mehin cenazeyên şehîdên me di destê wan de ne. Bi hezaran gelên me yên Kurd, Ereb û Suryan serdana kon kirin û piştgirî dan. Lê ruxmî wê jî cenazeyan nadin. Em vê nêzîkatiyê şermezar dikin. Em nizanin çi kirine cenazeyên şehîdên me.”  

`EV SIYASETA DEWLETA TIRKIYÊ YE`

Hilat Mihemed, balkişand ser tevegera PDK`ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku heman siyaseta dewleta Tirk dimeşîne û got: “Ev 10 sal şoreş bi derfetên xwe yên biçûk berdewam dike. Nikaribûn vîna Rojavayê Kurdistanê têk bibin. Niha jî `Peşmergeyên Roj` dixin  dewrê ku êrişî gerîla bikin. Ez ji birayên xwe yên Kurd re dibêjim êdî divê em şiyar bin. Bi salan em bindest bûn ku îro roja azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan e, roja şoreşê ye.”

BANG JI HIKÛMETA BAŞÛR RE: LI BERAMBERÎ ŞEHÎDÊN ME RÊZ BIGRIN

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Sadiq jî helwestên xwe bi van hevokan nîşan da: “Nêzîkatiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji cenazeyên şehîdên me re bê exlaqî ye ku em wan şermezar dikin. Şehîdên me şehîdên neteweyî ne. Em rast nabînin ku hikûmeta Başûr dest deynê ser cenazeyên şehîdan. Divê li hember şehîdan rêz hebe. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Ez bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikim ku cenazeyên şehîdan nedin sekinandin û beramberî şehîdan hurmet nîşan bidin.”

ÇI ÇÊ BÛ?

Hêzên taybet ên PDK`ê li kêleka dewleta Tirk a dagiker ev demeke dirêj e êrişî gerîlayên Kurdistanê dikin û kemînan li dijî wan datînin. Hêzên PDK`ê dîsa 28-29’ê Tebaxê kemîn ji komeke gerîlayan danî. Di encamê de 5 gerîla ku di nav de şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî yên ji Rojavayê Kurdistanê jî hebûn, şehîd ketin. Gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin û gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

ANHA