​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê ji heman malbatê 8 kes revandin

Malbata Yusif Mistefa Hisên a efrînî ya ku 8 kesan pêk tê, bi bihaneyên derew hate revandin û aqûbeta wan ji 5 mehan ve ne diyar e.

​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê ji heman malbatê 8 kes revandin
​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê ji heman malbatê 8 kes revandin
​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê ji heman malbatê 8 kes revandin
​​​​​​​Dewleta Tirk li Efrînê ji heman malbatê 8 kes revandin
2 kanûn, 2021   09:03
HELEB-MIHEMED EBDO

Ehmed Mistefa Hisên (50) ê ji şêniyên navçeya Şiyê ya Efrîna dagirkirî ji beriya 5 mehan ve hewl dide bi hemû aliyan re peywendiyê deyne da ku birayê xwe û ferdên malbata wî yên li kantona Efrînê hatine revandin, bibîne. Lê heta niha tu agahî wernegirtine.

Hisên diyar kir ku çeteyên Emşat birayê wî Yusif Mistefa Hisên û ferdên malbata wî beriya 5 mehan revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne; Yusif Mistefa Hisên (60), Izedîn Yusif Hisên (19), Hisên Yusif Hisên (21) û Mistefa Mihemed Hisên (23) û Ebdurehman Mihemed Goliya, Zeyneb Olaşlî, Medya Olaşlî û Cîhan Olaşlî.

‛LI EFRÎNÊ GEF LI SER HEBÛNA KURDAN HENE

Ehmed Mistefa da zanîn ku biraziyên wî yên hatine revandin, zehmetiya aborî dikişandin, ji ber ku derfetên kar li kantonê tune ne û ji ber ku Kurd in hatin revandin û wiha got: "Çete û malbatên wan li hemberî Kurdan nîjadperestiyê dikin û piştî hemû milkên me li xwe helal kirin, bi perspektîfên îstixbarata Tirk karkirina Kurdan red dikin. Ji malbatê tenê birayê min ê mezin bi heqdestekî erzan dixebite."

Ehmed Mistefa îşaret pê kir ku wan pere kom kirin da ku ji xizmên xwe yên li kantonê re bişînin û alîkariya wan bikin.

BI HINCETÊN DEREW HATIN REVANDIN

Ehmed Mistefa Hisên têkildarî revandina ferdên malbata xwe wiha got: "Biraziyên min dema diçûn navendeke wergirtina pereyan da ku pereyên xizmên wan şandine bistînin, hatin revandin. Bi tawana ku ew pereyan ji bo pêkanîna teqînan digirin, hatine revandin."

Der barê vê yekê de Hisên wiha axivî: "Piştî 2 rojan ji revandina biraziyên min, birayê min jî ji dikana mirîşkan, cihê ku lê dixebite hate revandin û dema me bi rêya xwediyê dikanê pirsa aliyê ew revandiye kir, dikandar got îstixbarata Tirk hat ew bir. Heta niha jî em tu tiştî li ser wan nizanin."

Hisên li ser revandina jinan jî destnîşan kir ku roja birayê wî hate revandin, ew jî hatin revandin û wiha dewam kir: "Me zanî ku ew di girtîgeha Maratê de ne, lê zilamên malbatê heta niha em ne bi cih ne jî çarenûsa wan bizanin."

Ehmed Mistefa Hisên bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên mirovî kir ku tev bigerin da ku çarenûsa ferdên malbatê eşkere bikin û wan ji girtîgehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derxin.

Niştecihên kantona Efrînê ya dagirkirî ji dema kanton hatiye dagirkirin ve, bi sûcên hovane re rû bi rû ne û heta niha jî dewleta Tirk a dagirker li herêmê siyaseta guhartina demografiyê didomîne.

(eh)

ANHA