‛Dê roja azadiyê ji Dêrazorê hilê û em ê tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin’

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El-Casim der barê tedbîrên keyfî yên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî rêber Abdullah Ocalan girtine de, nerazîbûna xwe nîşan da û got: "Em ê li pêşiya hemû kesên ku şerê rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî dikin, bisekinin."

‛Dê roja azadiyê ji Dêrazorê hilê û em ê tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin’
2 kanûn, 2021   04:08
DÊRAZOR- ELÎ EREB

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El-Casim di hevpeyvînekê li gel ajansa me de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û tedbîrên keyfî yên li ser rêber Abdullah red kirin.

Rayedarên Tirk tedbîrên nû li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kirin ku ji 12`yê Cotmehê û pê ve hevdîtina wî ya bi parêzeran re heta 6 mehan û ji 18`ê Tebaxê û pê ve hevdîtina bi malbatê re li ser hat qedexekirin.

Li gorî agahiyan Cotmehê borî rêveberiya girtîgeha Îmraliyê di sala 2018’an de bi hinceta “meşê” li ser rêber Abdullah Ocalan tedbîrên keyfî ferz kirin.

Şehrezad El-Casim wiha di destpêka hevpeyvînê de got: "Armanca tecrîdê ew e ku îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan tune bike û zextê li me û projeya neteweya demokratîk bike. Lê komploya wê ya li dijî rêbertî, îdeolojiya neteweya demokratîk û projeya Rêveberiya Xweser, ser nakeve."

Şehrezad El-Casim: "Em ji destwerdana dewleta Tirk re dibêjin na. Bi israr em ê li pêşiya tecrîdê bisekinin. Ji ber ku rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan tê koşiya. Dewleta Tirk hewl dide me têk bibe, lê em ê bi hev re li pêşiya hemû kesên ku şerê rêber Abdullah Ocalan û fikrê wî dikin, li ber xwe bidin."       

Şehrezad El-Casim li ser navê jinên Dêrezorê û bi taybet Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk rawestînin û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin. "

Şehrezad El-Casim di dawiya axaftina xwe de got: "Dem Dema azadiyê û rojeke nû ye. Ji dilê Dêrezorê wê roja azadiyê hile. Eger dewleta Tirk bixwaze yan nexwaze em ê tecrîda li ser rêbertî bişkînin. Em ê bibin tevgereke jinan da ku girîngiya azadiya jinan îsbat bikin. Em ji Tirkiyê re dibêjin hûn nikarin roja azadiyê veşêrin."

Dewleta Tirk a dagirker ji Tebaxa 2019’an ve tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û nahêle bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike.

Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de parêzerên Rêzan Sarîca û Newroz Uysal bi rêbertî re hevdîtin kiri, her wiha herî dawî jî di 25’ê Adara borî de rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re axivî.

Ev telefon di encama zexta raya giştî de ji bo naskirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Piştî îdiayên li ser malpera tevna civakî hatin belavkirin ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan nebaş e. Di encamê de li seranserî cîhanê gel daketin qadan, ji ber wê desthildata Tirkiyê neçar ma ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya telefonê bi birayê xwe re biaxive, lê hevdîtin tenê 5 deqe bûn.

(dx)

ANHA