​​​​​​​Mînaka jina şoreşger; Şehîd Şîlan Kobanê

Çîroka têkoşîn û berxwedanê ya Şîlan çîrokeke bêhempa ye. Şîlan di 9 saliyê de dest bi têkoşîna azadiya Kurd û jinê kir, şerê zihniyeta desthilatî kir û hewl da fikirê azadiya Kurdistan di nava gelê Kurd de belav bike.

​​​​​​​Mînaka jina şoreşger; Şehîd Şîlan Kobanê
29 mijdar, 2021   03:10
HELEB-SOZDAR WEQAS

Hevserokê Saziyên Civaka Sivîl a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê têkoşîna Şîlan wiha wesif kir: "Şîlan keça biçûk, xwediyê por zêrîn, mejiya wê ji temenê wê mezintir bû, çavên wê bi hêviyê dibiriqîn."

ŞEHÎD ŞÎLAN KOBANÊ KÎ YE?

Têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) sala 1971’ê li gundê Kor Elî yê 25 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bû. Di nava hawîrdoreke ku urf û adatên eşîrtî lê serwer de mezin bû. Malbata wê ji dayik, bav, 5 keç û 4 xortan pêk tê û di dawiya salên 1970’î de ji bo kar berê xwe dane Helebê.

Şîlan di 9 saliyê de, di sala 1980’î de, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, bi kesayeta rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî ve tê girêdan û hêvî dike ku bibe têkoşerek.

ŞÎLAN Û TIFINGA GERÎLA…

Malbata şehîd Şîlan beriya PKK’ê nas bike bi tu partiyên siyasî yên Kurd ve têkildar nebûye. Lê belê rihê welatiyê jiyane. Rastiya mêtingerî û siyasetên wê yên asîmîlasyonê yên li dijî kurdan baş nas dikir û parastina zimanê xwe kir û ji yekemîn malbatên li Sûriyê alîgiriya PKK’ê kiriye.

Li Helebê têkoşer Şîlan tev li çalakiyên hunerî bû û wê demê tevî hevalên xwe koma Agirî ya hunerî ava dike û yekemîn albûma xwe ya hunerî ku şerê gerîla dest pê kir, derdixîne. Di albûma xwe de eşqa xwe ya bêhempa ji tifinga gerîla re nîşan dide.

Dema şehîd Şîlan di sereratayî de dixwîne astengiyeke mezin dikişîne, ji ber ku bi zimanê erebî baş nizane û dûrî çanda wê ye, lê bi israra wê ya li ser xwendinê tê de bi ser dikeve.

Dema Şîlan û hevrêyên wê ji bo beşdariya pîrozbahiyên Newrozê tên qedexekirin cara yekemîn li dijî dibistana xwe isyanê dike. Di encamê de Şîlan û hevalên xwe ve berxwedana nû bi navê "gireva li dijî xwendinê" li dar dixin. Lê ji ber helwesta xwe ya siyasî ji aliyê desthilatên Sûriyê ve tê girtin.

ŞÎLAN JI JINÊN YEKEMÎN E YÊN LI DIJÎ DESTHILATÊN SÛRIYÊ ISYAN KIR Û LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ LI BER XWE DA

Şehîd Şîlan 5 rojan di Girtîgeha Navendî ya Helebê şaxê ewlehiya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê de dimîne û wê demê Şîlan ji yekemîn jinên Kurd bû yên Rojava ku li dijî îşkenceyê li ber xwe dide û parastina rêgezên xwe dike. Her wiha ji desthilata serwer re îsbat kir ku jina Kurd nayê çewisandin, siyasetê dizane, dikare rêvebertî û pêşengtiyê bike.

RÊYA AZADIYÊ

Têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) xwendina xwe ya qonaxa navîn temam dike û di Tebaxa 1988’an de li Helebê tev li têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û tevî 4 hevalên keç berê xwe didin Lubnanê, li dergehê sînor ê sûrî-lubnanî ji hêla desthilatên Lubnanê ve tên sekinandin. Du mehan di girtîgeha jinan de dimîne û li wir jiyana civakî nas dike.

Dûvre şehîd Şîlan Kobanê tev li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dibe, li wir perwerdeyên leşkerî û siyasî dibîne û têkoşîna xwe bi navê "Seadat" dest pê dike û piştre navê Şîlan li xwe dike.

Tevî israra şehîd Şîlan a çûna qadên şer ku li gel hevalên xwe şer bike, lê piştî perwerdeyê ji bo çalakiyên rêxistinî li Lubnanê tê erkdarkirin. Her wiha piştî şopandina xebatên rêxistinî li Lubnanê, careke din di 1989’an de vedigere Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz.

HILBIJARTINA ŞÎLAN JI ALIYÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ VE

Piştre, Şîlan Kobanê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di bihara 1995’an de 1.Kongreya Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) li herêma Metîna ya çiyayên Kurdistanê li dar dikeve. Ew civîna yekemîn a giştî bû ku nûnertiya jinên Kurdistanê li çiyayên Kurdistanê dike û bi rêya wê jinên azad ên Kurdistanê xwe bi xwe bi rê ve dibin.

Di kongreyê de Şîlan weke endama Komîteya Navendî hat hilbijartin û li ayaleta Zagrosê berpirsa yekîneyên jinên azad hat erkdarkirin. Dema yekîneyên leşkerî yên jinan wek tûgayan hatin avakirin, ev erka leşkerî ji şehîd Şîlan Kobanê re hat erkdarkirin.

Di 2003’yan de û bi lidarxistina Kongreya Partiya Demokratîk (PYD) li çiyayên Kurdistanê re Şîlan Kobanê wek endama Komîteya Navendî ya PYD’ê hat hilbijartin.

BANDORA ŞÎLAN LI JINAN

Têkoşer Şîlan Kobanê xebata xwe li Rojava didomîne, beşdarî tevahî çalakiyên rêxistinî dibe û gelek gav di qadên rêxistinî û pratîkî avêtin. Lê di demeke kurt de ji îstîxbarata Sûriyê re agahî hatin ku têkoşer Şîlan Kobanê li Rojava ye.

/kr/uploads/files/2021/11/28/205023_-.webp

Di çalakiyên rêxistinî yên têkoşer Şîlan Kobanê li taxên Helebê de bi taybet li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek şênî û jin tev li xebatên cebhewî yên li taxê bûn. Sûad Hesen ji yek jinên bi têkoşîna şehîd Şîlan bandor bûye.

TÊKOŞÎNA TAKAKESÎ

Têkildarî vê yekê Sûad Hesen wiha got: "Berê tu fikirên min li ser Kurdistan, doza Kurd, dijmin, partiyên siyasî û heta gotina 'heval' tune bûn. Ez xwendevan bûm, bavê min di artêşa Sûriyê de bû. Em di herêmeke Ereb de dijiyan anku dûrî doza Kurd bû."

Şîlan bi rêya xwişka Sûad Hesen serdana mala wê ya li kolana Muxabert a li taxa Eşrefiyê dike û wê demê Sûad Şîlan nas dike û wiha anî ziman: "Di Tîrmeha 1999’an de Şîlan serdana mala me kir, wê demê gelek tişt ji min re pirs kirin û li ser Kurdistanê pirs kir. Şîlan Tevgera Azadiya Kurdistanê bi min da nasîn û li ser berxwedana têkoşer şehîd Sekîne Cansiz, li ser têkoşer Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî û Durmûş û rastiya gelê Kurd axivî."

Sûad Hesen wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî ku şehîd Şîlan keçeke biçûk bû, lê bandor li kesayeta min kir. Axaftinên wê bi bandor bûn û hişt ku ez têkoşîneke takakesî bijîm. Çawa keçeke biçûk ewqas dîrok nas dike û ez jî tiştekî li ser kurdiyeta xwe nizanim."

Serdana duyemîn a Şîlan bi hevaleke Sûad Hesen re bû, Sûad Hesen van kêliyan wiha bi bîr tîne:"Nîqaş ne dirêj bû. Şîlan pêşniyar kir ku civînan ji gel re ji bo danasîna tevgerê li dar bixe. Civîna yekemîn li kolana Biêdîn a li taxa Eşrefiyê bû, nêzî 15 jin tev li civînê bûn. Di civînê de kovara Dengê Kurdistanê hat xwendin, piştre civînên mîna wê li taxê çêbûn, serdanên malan hatin kirin. Di wê demê Sûad Hesen partiyên din nas dike, mîna Partiya Komunîst û Partiya Yekitî."

Dema şehîd Şîlan Kobanê erkên xwe yên pêşengtiyê li hundirê Sûriyê û Rojava li dar dixistin hikumeta Şamê nikarî Şîlan tune bikira, bi wê re saziyên wê yên îstîxbartê komployek pêk anî, ajanên xwe li Iraqê û hin kurdên xayîn bi kar anîn û di 29’ê Mijdara 2004’an li ser sînorê Iraq-Sûriyê de Şîlan hat siûqastkirin.

Şîlan tevî 4 hevalên xwe; Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl bi destê xayînan şehîd dibin û di merasîmê ragihandina şehadeta wan taxa Şêxmeqsûdê dibe qadeke berxwedanê.

Cenazeyê şehîd Şîlan tevî 4 hevalên wê li Goristana Şehîd Harûn a li çiyayên Qendîlê hatin veşartin.

Ji bo salvegera şehîd Şîlan û hevalên wê, salane li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin.

Sûad Hesen wiha dibêje: "Hin caran ez dibêjim bes e, ez westiyam. Lê belê min bişirîn û rûyê têkoşer Şîlan dianî bîra xwe û min jê hêz digirt û karê xwe dişopand. Ez soz didim ku xebata xwe heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina tevahî jinan berdewam bikim. Divê her jin bi taybet jinên taxê cewhera xwe nas bikin."

Sûad Hesen wiha dawî li gotina xwe anî :"Hîna axaftina şehîd Şîlan di mejiyê min de ye. Min ew axaftin weke hîmekê ji bo têkoşînê bi kar anîn."

(fr)

ANHA