Ji ber lêdana bi destê artêşa Tirk welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li welatiyê bi navê Ridwan Îd Numan El-Ehmed (40) da û di encamê de jiyana xwe ji dest da

Ji ber lêdana bi destê artêşa Tirk welatiyekî jiyana xwe ji dest da
28 mijdar, 2021   18:51
HESEKÊ

Welatiyê bi navê Ridwan Îd Numan El-Ehmed tevî du hevalên xwe hewl didan ji gundê Erada yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ya dagirkirî berê xwe bidin Tirkiyê, lê artêşa Tirk li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li wî da.

Di encama lêdanê de gelek parçeyên bedena wî şikesin û ji ber wê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Ridwan El-Ehmed ê ji herêma Şedadê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a  navçeya Dirbêsiyê ku malbatên wî wergirin.

(fr)

ANHA