Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê

Hesen Koçer têkildarî diyalogên muhtemel bi hikumeta Şamê re got: "Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  du bendên sereke ne ku nabin cihê nîqaşê."

Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê
Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê
Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê
Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê
Hesen Koçer: Naskirina Rêveberiya Xweser û taybetmendiyên QSD'ê  nabin cihê nîqaşê
28 mijdar, 2021   16:05
TEBQA

Meclisa Giştî ya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna meclisên malbatên şehîdan ên Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê civîneke bi armanca nirxandina rewşa rêxistinî ya meclisan û rewşa malbatên şehîdan li dar xist.

/ar/uploads/files/2021/11/28/142136_hsn-kwjr.webp

Civîn li hola civînan a navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate lidarxistin, hola civînê bi wêneyê şehîdan hat xemilandin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer geşedanên herêmî û navneteweyî nirxandin û bal kişand ser gelek xalan, ji wan dîtina foromeke hevbaş ji bo çarerserkirina aloziya Sûriyê û xwezaya têkiliyên navneteweyî yên li herêmê.

Têkildarî aloziya Sûriyê, Koçer got: "Dewletên derve naxwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, lê armanca wan ew e ku berjewendiyên xwe li herêmê bi cih bînin, şaş e ku em bêjin hêzên navneteweyî dixwazin aloziya Sûriyê çareser bikin, lê belê aloziyê li gorî siyasetên xwe bi rêve dibin."

Hesen Koçer bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk tola DAIŞ'ê hiltîne ya ku li pêşberî berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê têk çû. Peymana Emanê ya sala 2014'an di navbera dewleta Tirk, PDK û DAIŞ'ê de armanc jê ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabeş bikin."

Li ser pirsên beşdaran ên têkildarî îdiayên ku herêmên QSD'ê radestî hikumeta Şamê hatine kirin, Koçer ev bersiv da: "Em hebûna tu hêzên leşkerî li gorî nêrîna desthilata Sûriyê qebûl nakin ku bi nêrîna hegemon û desthilat a beriya 2011'an dixwaze."

Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser heya niha tu diyalogên fermî bi hikumeta Şamê re pêk naniye, mijar tenê nîqaş û ne zêdetir bûn û wiha domand: "Rêveberiya Xweser teqezî bi girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser dike ku di destûra Sûriyê de were misogerkirin, her wiha QSD'ê bi taybetmendiyên xwe beşek ji artêşa Sûriyê ye. Ev her du bend ne cihê nîqaşê ne an jî nabe di cihên nîqaşan de werin guhertin."

Hesen Koçer di dawiya nirxandinên xwe de nêrîna Rêveberiya Xweser a derbarê çareserkirina aloziya Sûriyê de bi rêya diyalogên niştimanî ku hemû beşên Sûriyê tê de amade bin û mafên tevahî gelên herêmê û yekitiya xaka Sûriyê misoger bike destnîşan kir.

Di dawiya civînê de rewşa rêxistinî ya meclisên malbatên şehîdan, astengî û zehmetî û rêbazên çareserkirinê hatin nîqaşkirin.

ANHA