Li hemberî tundiya li ser jinan banga xurtkirina têkoşînê hate kirin

Li gelek navend û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan a Cîhanê çalakiyên cûda hatin lidarxistin.

Li hemberî tundiya li ser jinan banga xurtkirina têkoşînê hate kirin
28 mijdar, 2021   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan  ji 20'ê Mijdarê ve dest pê kirin û berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Kogreya Star ya Til Temirê bi beşdarbûna mêran semînerek da.

Di semînerê de bal hate kişandin ser dîroka tundiya li ser jinan û hewldanên dûrxistina wê ji beşdarbûna di qadên jiyanê de.

Her wiha îşaret bi rola aktîv a jinan di şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de û hate gotin, jinên Rojava bûne mînak jina wêrek a berxwedêr.

Li bajarê Hesekê jî panelek bi beşdarbûna mêran hate lidarxistin. Di panelê de parêzer Xalid Ceber girîngiya lidarxistina van panelan ji bo mêran destnîşan kir ku karibe zihniyeta baviksalarî bi dawî bike û asta hişmendiya wan pêş bixe.

Ceber diyar kir ew hewl dide atmosfêreke ku tê de jin û mêr di erk û mafan de wekî hev bin, ava bikin.

Kongreya Star li kampa Waşûkanî a koçberên Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê semînerek bi beşdarbûna bi dehan jin û mêr organîze kir. Di semînerê de bandora tundiya li ser jinan û rêbazên bidawîkirina wê hatin şîrovekirin.

Semîner ji aliyê endama rêveber a Kongreya Star Besîma Dawud ve hate dayîn.

Di semîner de bal hate kişandin ser nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên derbarê neteweya demokratîk, civaka exlaq û polîtîk û azadiya jinê de.

Li bajarokê Hecînê yê Dêrazorê Koma Jinan a Zenûbiya bi beşarbûna bi dehan jinên gundewarê rojhilatê Dêrazorê, nûnerên meclisên herêmî û saziyên civakî daxuyaniyek da, daxuyanî li pêşiya avahiya Gerînendetiya Çandiniyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hemû cûreyên tundiya li ser jinan hatin şeremzarkirin û jinên têkoşer ên li hemberî zilm, dagirkerî û piştaftinê hatin şehîdxistin, mîna Hevrîn Xelef, Sakîne Cansîz û Fîdan Dogan hatin bi bîrnîan.

Her wiha salvegera damezirandina PKK'ê li rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelên têkoşer, şehîdên azadiyê û şervanên li eniyên şer hate pîrozkirin.

Di dawiya çalakiyan de, beşdaran piştrast kir ku divê têkoşîna xwe li dijî tevahî rêbazên tundiya bi zanebûn a li ser jinan bilind bikin û hewl bidin ku bi dawî bikin

(dm)

ANHA