Xwendevanên Hewlêrê bang kir: Bila hikumet guh bide daxwazên me

Xwepêşandana xwendevanên zanîngeh û peymangehên Başûrê Kurdistanê carek din dest pê kir. Li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê ve xwendevanan daxwaza xerca mehane kirin.

Xwendevanên Hewlêrê bang kir: Bila hikumet guh bide daxwazên me
28 mijdar, 2021   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi rojan e bi hezaran xwendevan li seranserê Başûrê Kurdistanê daxwaza xerciya mehane û xizmetguzariyek baş dikin.

Lê tevî hemû çalakî û xwepêşandanan, hikumet bêdenge. Duh serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi komek xwendevan re civiya û bersiva xwendevanan da. Barzanî got, li ti dera cîhanê xwendinek belaş nînin, ji bo çi hun xerca mehane dixwazin.

Xwendevan îro carek din rabûn ser xwe û daxwaza mafê xwe kirin. Xwendevanên zanîngehê û peymangeha navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, li ber derê avahiya zanîngehê çalakiyek li dar xistin. Xwendevanan bê navber dirûşmeya ‘Erê hikumeta 30 salî, xerca mehane mafê me ye’ qêriyan. Xwendevanan xwest hikumet guh bide daxwazên wan.