Bi wêne.. Mîhrîcana "Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye" di hefteyekê de

Duh çalakiyên Yekemîn Mîhrîcana “Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ye” a şanoyê li bajarê Kobanê bi dawî bû.

28 mijdar, 2021   12:08
KOBANÊ

Mîhrîcan ji aliyê Desteya Çandê ya herêma Firatê ve hatibû organîzekirin û 8 rojan dewam kir. Nûçegihanên me yên mîhrîcan dişopandin, gelek wêneyên şanoyên hatine pêşandan girtin.

7  komên şanoyê beşdarî mîhrîcanê bûbûn, ku 20'ê Mijdarê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê dest pê kiribû.

Di mîhrîcanê de hin şanoyên rexnegir û hin jî yên ji çîrokên dîrokî hatin pêşandin û bi dehan aktorên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de rol lîstin.

Bi sedan şênî, kesayetên siyasî, nivîskar, rewşenbîr û rêveberên Saziyên Rêvberiya Xweser a herêma Firat jî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di dawiya mîhrîcanê de Komîteya Amedekar komên şanoyê yên beşdar bûne, Zanîngeha Kobanê, Ragihandin û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên ji bo serkeftina mîhrîcanê bûne alîkar, xelat kirin.

(dm)