Xwepêşandêrên Sêmalka bang li PDK kir: Têkiliya xwe bi dewleta Tirk re qut bike

Xwepêşandana li deriyê Sêmalka ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan, di roja 55`an de didome.

Xwepêşandêrên Sêmalka bang li PDK kir: Têkiliya xwe bi dewleta Tirk re qut bike
28 mijdar, 2021   12:50
QAMIŞLO

Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro berê xwe da konê xwepêşandanê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê ve li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de tê organîzekirin.

Çalageran banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) de şehîd bûbûn, kirin û îxaneta PDK'ê şermezar kirin.

Endamên Yekîtiya Kedkaran li qada deriyê Sêmalka kom bûn û bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst, berê xwe dan konê xwepêşandanê.      

Xwepêşandêr li deriyê Pêşxabûr daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê Şêro Şero ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûna konê xwepêşandanê û daxwaza radestkirina cenazeyê şehîdan, her roj diçin deriyê Sêmalka. Lê tevî bangawaziyên hêzên nîştimanî jî, lê belê PDK'ê bersivê nade daxwazên xwepêşandêr û dayikên şehîdan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê Partiya Demokrat a Kurdistanê dev ji van komployan û hevkariya bi faşîzma Tirk re berde.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî cesaret, hêz û rêbazên demokratîk in û daxwaza wan ew e ku aliyên kurdî li dijî faşîzma Tirk bibin yek.

Her wiha bang li hikumet û rayedarên Başûrê Kurdistanê hat kirin ku dev ji siyaseta xwe berdin, destê xwe bidin birayên xwe û di planên faşîzma Tirk de nebin hevkar.

(dx)

ANHA