Malbatên şehîdên Hesekê salvegera damezirandina PKK pîroz kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bi boneya 43’yemîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), sînevîzyonek der barê axaftinên rêber Abdullah Ocalan da pêşandan.

Malbatên şehîdên Hesekê salvegera damezirandina PKK pîroz kir
28 mijdar, 2021   11:50
HESEKÊ

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl beşdarî sînevîzyonê bûn.

Sînevîzyon bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre sînevîzyon der barê axaftinên rêber Abdullah Ocalan a ji sala 1991’an ve bi boneya 13’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê, hate pêşkêşkirin.

Rêber Ocalan di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û rola gelê Kurd li herêmê, her wiha bal kişand ser girîngiya perwerdekirina kesayetî ji bo pêşxistina çanda xwe û çanda giştî li herêmê.

Her wiha rêber Ocalan bal kişand ser çawaniya avakirina kesayetek neteweyî û azad û azadiya raman û azadiya jinê.

/ar/uploads/files/2021/11/28/103850_dsc_0009.webp

Ocalan di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji damezrandina wê heta 1991'an û çawa ku têkoşîna xwe li hemberî hewldana dewleta Tirk a dagirker a ji bo tunekirina nasnameya kurdî û qirkirina gelê Kurd, birêxistin kir.      

Di sînevîzyonê de çalakiyên HPG`ê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker li Bakur û Başûrê Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

(dx)

ANHA