​​​​​​​Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê: Radestnekirina cenazeyên şehîdan plankirî ye

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û piştrast kir ku radestnekirina cenazeyan, plankirî ye û bi fermana dewleta Tirk a faşîst e.

​​​​​​​Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê: Radestnekirina cenazeyên şehîdan plankirî ye
26 mijdar, 2021   13:02
QAMIŞLO

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK`ê ya ji doza Kurd re îro serdana çalakiya konvedanê kir ku li Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna li Xelîfanê de şehîd bûne, li dar dikeve.

Parêzer li pêşiya qada dergehê kom bûn û berê xwe da konê çalakiyê ku ji 53 roj e hatiye vedan.

Li dergeha Pêşxabûr Yekitiya Parêzeran daxuyaniyek da ku ji aliyê parêzer Mihemed Emîn El-Neîmî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Yekitiya Parêzeran kemîna ku hêzên PDK’ê li pêşiya komeke gerîla danîbû, şermezar kir û got radestnekirina cenazeyan li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Her wiha yekitiyê destnîşan kir ku sûcê li Xelîfanê pêk hatiye û radestnekirina cenazeyan, plankirî ye û yekser bi fermana dewleta Tirk a faşîst pêk hatiye. Yekitiyê daxuyand ku kiryarên PDK`ê li dijî Peymana Laheyê ya sala 1907`an in.

Yekitiya Parêzeran bi bîr xist ku armanca sereke ya Peymana Laheyê ew e ku bi rêbazên rast û li gorî rêgezên edalet û qanûnên navneteweyî parastina aştî û ewlehiya navneteweyî were kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de Yekitiya Parêzeran got: “Em bang li PDK`ê dikin ku yekser cenazeyan radestî malbatan bike.”

(şx)

ANHA