​​​​​​​Gelê Efrînê li dijî karîkatorên pêxember Mihemed bertek nîşan da

Dagirkeriya Tirk li dibistanên Efrîna dagirkirî karîkatorên ku heqaretê li pêxember Mihemed dikin, xistine nav materyalên bi tirkî û erebî. Li hemberî vê yekê bertekên gel ên tund derketin.

​​​​​​​Gelê Efrînê li dijî karîkatorên pêxember Mihemed bertek nîşan da
​​​​​​​Gelê Efrînê li dijî karîkatorên pêxember Mihemed bertek nîşan da
​​​​​​​Gelê Efrînê li dijî karîkatorên pêxember Mihemed bertek nîşan da
26 mijdar, 2021   12:46
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker karîkatorên ku heqaretê li pêxember hezretî Mihemed dikin, xistine nava materyalên bi tirkî û erebî ku li dibistanên herêma Efrînê ya dagirkirî tên ferzkirin.

Wê yekê hêrsa gel rakir û îro li navenda bajarê Efrînê piştî nimêja înê xwepêşandaneke girseyî hat lidarxistin.

Duh jî malbatên xwendekaran di dema xwepêşandanê de pirtûkên dibistanê şewitandin û diyar kir ku ew qebûl nakin ku zarokên wan bi materyalên dagirkeriya Tirk perwerdeyê bibînin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bazirganiya bi ola îslamê dike û misilmanan ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên faşîst li herêmê bi kar tîne.

(dx)

ANHA