​​​​​​​Jinên herêma Efrînê banga hevgirtinê kir

Jinên herêma Efrînê teqezî li ser berdewamkirina têkoşînê ji bo rizgarkirina hemû jinên di bin zilm û zordariyê de kir û got “Divê hemû jin destê xwe bidin hev û li hemberî tundî, zilm û destdirêjiyê bisekinin.”

​​​​​​​Jinên herêma Efrînê banga hevgirtinê kir
26 mijdar, 2021   12:37
ŞEHBA

Jinên herêma Efrînê yên ku beşdarî meşa duh a li kantona Şehbayê ya bi boneya 25`ê Mijdarê bûne, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Henîfa Sîdo diyar kir ku li seranserê cîhanê jin rastî kuştin û destdirêjî û tundiyê tên, lê belê dema hatiye ku ev zilm û zordariya li ser jinan bi dawî bibe û wiha axivî: “Divê dengê jinan bilind bibe da ku mafên wan werin misogerkirin.”

Henîfa Sîdo di berdawama gotina xwe de destnîşan kir ku jin di dîrokê de û heta roja îro li ber xwe didin, lê belê hîna jî li seranserê cîhanê zilm li jinan tê kirin û wiha domand: “Heta ku zilma li ser tevahî jinan radibe, em ê li kolanan bin û em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Henîfa Sîdo bal kişand ser bûyera tecawizkirina zaroka 1 salî û 8 mehî ya li kantona Şehbayê û got: “Mezin an biçûk, jinên ji hemû temenan rastî tecawiz û destdirêjiyê tên.”

Endama rêveberiya Kongreya Star a navçeya Ehdasê Zeyneb Xelîl jî têkildarî mijarê got: “Ji beriya bi hezaran salan ve tundî li ser jinan tê meşandin. Divê hemû jin destê xwe bidin hev û li hemberî vê zîhniyeta desthilatdar ku jinan dike hedef, bisekinin.”

Zeyneb Xelîl di berdewama gotina xwe de da zanîn ku dema jin hemû destê xwe bidin hev, ew ê bikarin li hemberî zilm û zordariyê serî hildin. Zeyneb bang li hemû jinan kir ku li hemberî zilmê serî hildin û tarîtiya bi hezaran salan ji holê rakin.

Zeyneb di dawiyê de bang li aliyên navneteweyî kir ku li hemberî sûcên li dijî jinên Efrînê tên kirin, bê deng nemînin, çareseriyekê bibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta ku mafên hemû jinan tên misogerkirin, em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

ANHA