Şerê hêzên hikumetê û çeteyan li Idlibê didome

Li rojhilatê Idlibê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li pev ketin. Hêzên hikumetê herêmên gundewarê başûrê Idlibê bi çekên giran topbaran kirin.

Şerê hêzên hikumetê û çeteyan li Idlibê didome
26 mijdar, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk ji aliyekî din ve li "herêma bêçek" û derdora gundê Avis ê rojhilatê Idlibê bi çekên giran pev ketin.     

Li aliyekî din, vê sibehê hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Bara, Sifohin, Fitêra û Filêfil yên başûrê Idlibê topbaran kirin. Têkildarî windahiyên canî tu agahî nehatin bidestxistin.

(dx)