Li Reqayê saetên herî kevn hê jî tên parastin

Di dikana Yehya El-Hisên ya li Reqayê de saetên ku dîroka wan vedigere sedsalekê yan jî zêdetir, hene. Li Reqayê apê Yehya kevntirîn saetfiroş e.       

Li Reqayê saetên herî kevn hê jî tên parastin
26 mijdar, 2021   09:50
REQA- XALID CÛMA

Temîrkirina saetan pîşeyeke girîng e û li welatên cîhanê eleqedariyeke mezin dibîne. Gelek cureyên saetan hene wekî yên rojê, av, astronomîkî, xîz, bixûr, mekanik ku serdemên kevnar de hatine keşifkirin û hatine pêşxistin.

Yehya El-Hisên (65) ji bajarê Reqayê ye û li bajêr bi navê Ebû Hisên tê naskirin. Ji ciwantiya xwe ve karê temîrkirina saetan dike. Apê Yehya dibêje sala 1985'an dest bi vî karî kiriye û ji bavê xwe hîn bûye û êdî dikare hemû cureyên saetan sererast bike.       

Ebû Hisên di dikana xwe ya li bazara Reqayê de kar dike. Li cem wî saetên kevn ên nema dixebitin û yên ku sererast dike û hinek jî yên nû hene. Di ber karê xwe re ji radyoyeke kevn stranên folklorîk guhdar dike.  

Ebû Hisên dibêje ev pîşe “pîşeya sebrê” ye û bê sebr kes nikare vî karî bike û li ser karê xwe got: “Dema biçûk bûm, ez fêrî çêkirina hesteyên kevn bûm. Lê min ji wê pîşeyê hez nekir. Piştre ez fêrî pîşeya bavê xwe bûm û ez wê ji xwe re wek xezîneyeke hêja dibînim.”      

Di dikanê de saetên pir kevn hene. Yên herî kevn ji sala 1885'an mane û saetên ‘Orient’ û ‘Seiko’ ne. Hin saetên di sala 1935'an de hatine çêkirin ku bi madeyeke taybet tijî dibin da ku 24 saetan bixebitin.

Ebû Hisên wiha dom kir: "Li cem min saetên Jovial hene ku di sala 1935'an de hatine çêkirin û saetên Cami yên sala 1942'yan hene û hîna jî dixebitin. Saeteke berîkan heye ku dîroka wê vedigere sed salan. Lê naxebite û pêwîstiya wê bi hinek parçeyan heye lê ew peyda nabin.”

Ebû Hisên wiha lê zêde kir: "Pîşe bi giştî emanet e, ji ber ku yên saetan tînin da ku sererast bikim, ji me bawer dikin ku em ê wê sererast bikin û li wan vegerînin."

Der barê sedema parastina van saetan de jî Ebû Hisên got: "Ev saet ji ber geşedanên ku li cîhanê çêdibin, pir kevn bûne. Lê ez hez dikim wan biparêzim ji ber ku gelek girîng in û ji ber ku di dema hatine çêkirin de, wek destkeftiyên mezin dihatin dîtin."

Ebû Hisên ev pîşe fêrî zarokên xwe kiriye. Her wiha piştrast kir ku ew bi dilxwazî fêrî wê bûne û got: “Min wesiyet li zarokên xwe kir ku wan saetan biparêzin. Ew beşeke jiyana min in."

(dx)

ANHA