Rûsya, Azerbêcan û Ermenistan têkildarî Qerebaxê dicivin

Îro li bajarê Soçî civîneke sêalî di navbera Rûsya, Azerbêcan û Ermenistanê de li dar dikeve. Tê çaverêkirin ku mijara pêkanîna lihevkirinên agirbestê li herêma Qerebaxê were nîqaşkirin.

Rûsya, Azerbêcan û Ermenistan têkildarî Qerebaxê dicivin
26 mijdar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (înê) li bajarê Soçî yê Rûsyayê serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hempîşeyê wî yê Azerbêcanê Îlham Aliyev û serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan dê bicivin.

Li gorî malpera Rûsya Today, tê çaverêkirin ku her sê alî mijara pêkanîna lihevkirinên têkildarî agirbestê li herêma Qerebaxê ku her sê welatan li ser li hev kiribû, nîqaş bikin.

Ev civîn piştî şerê di hefteyên borî de li ser sînor di navbera hêzên Azerbêcan û Ermenistanê de rû da, pêk tê.

(cx)