Rojnameyên erebî: Rûsya detayên êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê eşkere kirin

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî rewşa Sûriyê, hilbijartinên Lîbyayê û rewşa Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsya detayên êrişên Îsraîlê yên li ser Sûriyê eşkere kirin
26 mijdar, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘WEZARETA PARASTINÊ YA RÛSYAYÊ DETAYÊN ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SÛRIYÊ EŞKERE KIRIN’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Wezareta Parastinê ya Rûsyayê detayên êrişa nû ya Îsraîlê ya li dijî nuqteyên li nêzî Humsê eşkere kirin. Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê ya li baregeha Himêmîm ragihand ku pergala parastina hewayî ya Sûriyê ji 12 moşekan 10 moşekên Îsraîlê yên ji Lubnanê avêtine, bê bandor kirin.

Cîgirê serokê navenda Rûsyayê Vadim Kolette destnîşan kir ku 6 balafirên F16 yên hêzên hewayî yên Îsraîlê ji Lubnanê ve 12 moşek avêtin nuqteyên li parêzgeha Humsê ya Sûriyê.

Nûnerê Rûsyayê yê Sûriyê Alexander Lavrentiev beriya çend rojan dema serdana Şamê kiribû, gotibû: “Moskov bersiva leşkerî ya li hemberî êrişên Îsraîlê red dike. Rûsya hewl dide bi rêya dan û standinan vê rewşê çareser bike.”

‘GEFA DÛRXISTINA JI HILBIJARTIN LI SER HEFTER HEYE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Lîbyayê wiha da zanîn: “Piştî ku dadgeha leşkerî daxwaz kiribû ku ji ber 5 dozan Xelîfe Hefter were girtin, Hefter bi gefa dûrxistina ji hilbijartinên serokatiyê re rû bi rû ye.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, dozgerê giştî yê leşkerî yê Lîbyayê duh (pêncşemê) li ser 5 dozan û ji ber binpêkirina qanûna leşkerî, daxwaza girtina Xelîfe Hefter kiribû.

Têkildarî bernamzetiya ji bo hilbijartinan û binpêkirina qanûna leşkerî, dozgerê giştî yê Lîbyayê got: “Hefter generalekî artêşa Lîbyayê ye û kaxizên xwe pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kirin.”

‘LUBNAN… ALOZIYÊN DOMDAR’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsand: “Beriya demekê serok Mîşel Ewn soz dabû lubnaniyan ku ew ê di sala dawîn a desthilata xwe de hêza xwe nîşanî wan bide, eger neke jî ragihandibû ku ew ê li cihê xwe bimîne. Ev tê wateya ku pêşbirka serokatiyê zû dest pê kir, bi wê yekê dixwazin encamên hilbijartinên parlamantoyê yên bê li gorî xwe bikin, yan jî qet li hev nakin.

Hizbullah gefê dixwe ku eger dijberên wî di hiljbijartinên pêş de bi ser bikevin jî, dê avakirina hikumetê asteng bike. Bi wê re, li gorî Hizbullahê, tenê dê hikumetekê li gorî şertên xwe ava bike yan jî dê hikumetên din asteng bike.

Li gel vê rewşê hikumet li beramberî lêpirsînerê doza teqîna li bendera Beyrûtê dadger Tariq El-Bîtar e. Mîşel Ewn jî pêşniyarek din pêşkêş kir ku hilbijartinên parlamentoyê di 27`ê Adarê de li dar nekevin û divê beriya bidawîbûna dema serokatiya wî, pirsgirêkên heyî werin çareserkirin.”