Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir; 8 DAIŞ`î hatin kuştin

Di çend saetên borî de balafirên şer ên Rûsyayê rêzeêriş li dijî nuqteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê pêk anîn, di encamê de 8 DAIŞ`î hatin kuştin û hejmareke din birîndar bû.

Balafirên Rûsyayê çolistana Sûriyê bombebaran kir; 8 DAIŞ`î hatin kuştin
26 mijdar, 2021   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama rêzeêrişên ku balafirên şer ên Rûsyayê di çend saetên borî de li çolistanên Reqa û Dêrazorê pêk anîne de, 8 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û 15 çete birîndar bûn, rewşa hinekan xeter e û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Ji destpêka Mijdarê ve balafirên şer ên Rûsyayê li dijî nuqteyên cuda ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ`ê lê bi cih dibin, nêzî 560 êrişên hewayî pêk anîne.

(cx)