​​​​​​​Ji nava bi hezaran çîrokên koçberan serpêhatiya Mihemed Xelîl ê efrînî

Mihemed Xelîl ê 55 salî rojane li ser banên malan li gundê xwe dinêre. Xelîl got: "Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê malan talan dikin, li pêş çavên gundiyan agir pê dixin."

​​​​​​​Ji nava bi hezaran çîrokên koçberan serpêhatiya Mihemed Xelîl ê efrînî
26 mijdar, 2021   08:29
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Wekî her koçberekî efrînî li hêviya rizgarkirina bajarê xwe ye da ku vegere warê xwe.

Mihemed Xelîl (55) ku ji şêniyên gundê Basilê yê dagirkirî ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ye di rojê de çend caran diçe mala xwe dibîne, da bêrîkirina xwe bi dîtina wê vemirîne.

Piştî Efrînê hate dagirkirin û artêşa Tirk nêzî gundê navçeya Şêrawa bû, her wiha rasterast sivîlan hedef digirtin, apê Mihemed Xelîl bi darê zorê tevî malbatên gund ji malên xwe derketin û ber bi gundên ewle yên heman navçeyê û gundên kantona Şehbayê ve çûn. Li bajarokê Dêrcemal malek kirê kir ku 5 km li hemberî gundê wî ye.

Mihemed Xelîl rojane diçe gundê Aqîbê û ji ser banên avahiyan bi saetan li mal û gundê xwe dinêre.

Apê Mihemed Xelîl piştî bi kameraya ajansa me ji gundê Aqîbê wêneyek ji mala wî re hate kişandin, ji ajansê re diyar kir ku tişta dilê wan diêşîne, ew e ku li hemberî gundê xwe ne û nikare nêzîkî wê bibe.

Xelîl wiha behsa saetên destpêkê yên dagirkirina gundê xwe kir: "Piştî bajarê Efrînê hate dagirkirin û artêşa Tirk û çeteyên wê ber bi gundên navçeya Şêrewayê ve çûn, her wiha bi çekên giran gund kirin hedef, em bi darê zorê ji malên xwe derketin û li gundên ewle yên navçeya Şêrewa û kantona Şehbayê bi cih bûn."

ꞌLI PÊŞ ÇAVÊ MIN MALA MIN JÎ ŞEWITANDINꞌ

Xelîl kêliyên destpêkê yên dagirkirina gundê xwe bi hovîtî wesif kir û wiha dewam kir: "Piştî çend saetan ji derketina me ya ji gundê li hemberî Aqîbê, artêşa Tirk û çeteyên wê bi hemû çekên giran ketin gund, di wê demê de em li ser banên avahiyan bûn û me li dagirkirina gundê xwe dinêrî. Mirov nikare wan kêliyan wesif bike, lê belê asta hovîtiya dewleta Tirk a tunekirina Kurd û gelan nîşan dide."

Apê Xelîl wiha hûrgiliyên şewitandina mala xwe got: "Piştî dagirkirina gundê me hevalekî min ji min re got, artêşa Tirk û çeteyên wê hemû kel û pelên mala te dizîn û agir berda mala te, min yekser berê xwe da gundê Aqîbê û min dît bê çawa agir bi mala min dikeve, heta du rojan jî agir vêketî bû."

Mihemed Xelîl destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk 400 darên zeytûnan û gilyazan ên derdora mala wî birîn û bal kişand ser ferqa di navbera şêniyên Şêrewa ya dagirkirî û gundên din ên navçeya kantona Efrînê de û wiha dewam kir: "Em şêniyên Efrînê êşa me yek e, lê tişta êşa me ji şêniyên gundên dûr zêdetir dike, rûber e, ji ber ku em li kêleka gundên xwe ne û nikarin biçin wir."

Mihemed Xelîl bi domdarî got: "Her roj ez bi saetan li ser banên malên nasên xwe li gundê xwe dinêrim, heta hin caran jî ez erebeyên çeteyan li pêşiya mala xwe dibînim, lê nizanim çi diqewime ji ber ku gund vala ye û tenê artêşa Tirk û çeteyên xwe tê de ne."

Apê Xelîl diyar kir ku gelek niştecihên gund ji dûr ve li gundên xwe dinêrin û diçin, lê hesrata çûnê di dilên wan de dimîne.

‘VEGER BÊYÎ BERXWEDANÎ PÊK NAYÊ’

Xelîl ev li gotina xwe zêde kir: "3 sal û nîv e em li gundên navçeya Şêrewayê rojane bi hemû çekên giran û pêşketî yên artêşa Tirk û çeteyên wê, têne hedefgirtin. Armanc ji vê yekê jî ew e ku me dûrî bajar û gundê me bixin û qadeke berfirehtir dagir bike."

Mihemed Xelîl wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her saetek em bi hesreta vegera li malên xwe ne, lê veger bêyî berdêlan pêk nayê, ji lew re divê em li ber xwe bidin û bixebitin da ji dagirkeran were rizgarkirin, li ser vê yekê em ê heta rizgarkirina Efrînê ya dagirkirî ji ser rê û berxwedana xwe venagerin."

Li gundê Basilê gelek baregehên artêşa Tirk hene, her wiha li derdora wê jî nuqteyên çeteyan hene. Artêşa Tirk piştî bi dehan malên gund talan kirin, li pêşberî çavên gundiyan agir berda malan.

(eh) 

ANHA