Pîşesazên lubnanî ji ber krîza bi Kendavê re ji welêt direvin

Krîza Lubnanê ya bi dewletên Kendavê re bû sedem ku pîşesazên Lubnanê ji welatê xwe birevin. Ji ber ku dewleta wan nikare berpirsyariyên xwe pêk bîne. Komeleya Pîşesazan diyar kir ku piranî pîşesazên lubnanî sûkên li welatên din lêkolîn dikin ku kargehên xwe veguhêzin wir.

Pîşesazên lubnanî ji ber krîza bi Kendavê re ji welêt direvin
26 mijdar, 2021   08:12
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Krîza dîplomatîk a di navbera Lubnan û dewletên Kendavê de damara mayî ya aboriya Lubnanê ya têkçûyî jî derbe kir.

Piranî pîşesazên lubnanî sûkên li welatên dîtir lêkolîn dikin, bo nimûne sûkên Uman, Misir, Tirkiyê, Qibrisê û hwd da ku kargehên xwe veguhêzin wir. Gelek pîşesazan tevahî alav û makîneyên xwe ji Lubnanê veguhastin dewletên din.

Cîgirê serokê Komeleya Pîşesazan a Lubnanê Ziyad Bekdaş daxuyand ku di vê dawiyê de komele û şandeyeke pîşesazan berê xwe da Umanê ku sûka li wê herêmê lêkolîn bike û gelek kargeh kirê kirin. Lê pîşesazên din bi cidiyet difikirin ku kargehên xwe veguhêzin dewletên din.

Her kes bandora doza Captagon ê ji Beyrûtê bo Riyadê tê derbaskirin, li ser sazûmaniya pîşesaziya Lubnanê dizane ku binesaziya wê lawaztir kir. Wê jî hişt kargeh neçar bibin ku berhemên xwe kêm bikin û ev kargeh alavên xwe vekin û berê xwe bidin dewletên din.

Lê îro, dîmen pir hate guhartin, piştî ku Erebistana Siûdî sûka pîşesaziyên Lubnanê bû, diyar e berhemên xwe ji ser wê qut dikin. Li kêleka wê jî Erebistana Siûdî veguhastina berhemên xwe ji Lubnanê re qut kiriye. Lê pîşesaz bi fikar in ku Kiwêt, Behreyn û Îmarat mîna Erebistana Siûdiyê bikin.

Piştî dihat texmînkirin ku mezinahiya hinardeyan ji Erebistana Siûdiyê re di sala bê de bigihînin 500 milyon dolarî, tevî daketina nirxa lîreya Lubnanê li hember dolar, pirbûna xetên berhemdayînê û li gel çêkirina kelûpelên xwarinê, çêkirina dezenfekte, madyên paqijiyê, alav, pêdiviyên tenduristî, pêlav, cil û hwd…lê pîşesazan tenê ji hinardeyên ji Erebistana Siûdiyê re 500 milyon dolar zirar kir. Lê tu axaftinên muhtemel ên li ser ziraran nehatin kirin, ger Kiwêt, Îmarat û Behreyn hinardeyên lubnanê boykot kirin.

Hinardeyên Lubnanê sala par nêzî 3 milyar dolar û nîv bû, ji wan jî milyarek û 300 milyon dolar ji dewletên Ereban bûn. Lê piştî ku Erebistana Siûdiyê kelûpelên Lubnanê boykot kirin rewşa Lubnanê hate guhertin, dibe ku hin dewletên din yên Kendavê jî di rêya Siûdiyê de biçin. Ew yek dihêle ku mijara veguhastina kargehan bibe gaveke pêwîst.

Bê guman sûkên dewletên Meclisa Hevkariya Kendavê ji hinardeyên Lubnanê re sûkên herî girîng in. Ruxmî ku berhem û kelûpelên Lubnanê Ii sûkên gelek dewletên Ewropa û Ereban belav in jî, lê belê krîza heyî nexşeyeke nû ji têkiliyên dualî yên Lubnan û dewletên Kendavê re diyar kir, ku dibe tevgera bazirganiyê ya ku aktîv bû û aboriya Lubnanê geş û dewlemend dikir, di wê nexşeyê de tune be.

Serokê hikumeta Lubnanê Necîb Mîqatî bi rêya şêwir û danûstandinan hewl dide xebata wezaretê bi lez pêk bîne da ku dewreya xwe di cîhana aboriyê de temem bike. Lê belê ev hewldan hîna tu encam nedane ku sûka Lubnanê têr bikin. Lê tevî teqezkirina Mîqatî li ser vegerandina têkiliyên Lubnan û Kendavê weke berê jî, lê hîna ji ber nebaşiya rewşa civakî, aborî û darayî ya ji ber daketina nirxê lîreyê lubnanê rewşa ji berê xirabtir e.

Vê senaryoyê hişt ku welatiyên lubnanî rêbazên xwe yên aborî li gorî rewşa heyî biguherînin. Bi wê re lubnanî ji ber buhabûnê neçar dimînin ku kelûpelên ji derve tên nekirin û li şûna wê kelûpelên li Lubnanê tên çêkirin bikirin. Ev guhartina di jiyana lubnaniyan de hişt ku rêbazên nû li gorî asta xwe ya kirîn û debarê pêk bînin û wê yekê jî hişt kelûpelên erzantir bikirin. Refên dikan û navendên bazirganiyê yên Lubnanê bi kelûpelên herêmî dagirtî ne ku heta demeke dirêj tune bûn, yan jî tenê ji bo xiznan bûn, niha jî dewlemend û xizan wekhev in.

Her wiha wezîrê pîşesaziyê yê Lubnanê George Bushkian da zanîn ku îro pîşesazî stûnên bingehîn ên aboriya Lubnanê ye. George Bushkian eşkere kir ku xebata ji bo jinûve lêkolînkirina qanûn û pêşxistina wê tê kirin, da ku pîşesaziya Lubnanê were geşkirin.

Tiştê di vê demê de digel astengiyên li ser beşên xebatê yên Lubnanê de tê xwestin, derfet ji pîşesazan re werin dayîn ku kargehên xwe bi pêş bixin, baş bikin û berdewamiya wan misoger bikin. Ev yek jî bi alîkariyên navneteweyî yên ji beşa pîşesaziya Lubnanê re têkildar e, bi taybet ji aliyê çêkirina madeyên destpêkê yên ji kargehan re guncaw in, nemaze jî yên girêdayî berhemên xwarinê ku di vê demê de ji derve tên.

Piştevaniya beşa pîşesaziyê û pêşketina wê ji aliyê herêmî ve û bi rêya alîkariyên derve, helbet bi aloziya Kendavê û bandorên wê ve girêdayî ye. Ev jî careke din balê dikişîne ser girîngiya bidawîkirina aloziya siyasî di zûtirîn demê de, ji ber ku tu alternetîf ji sûkên Kendavê re tune ne, nexasim Lubnan ber bi hilweşînê ve diçe ku sedema wê jî çîna desthilat e ku bûne amûrên şerê herêmî di navbera hêzên mezin de.

 (fr)

ANHA