​​​​​​​Civakeke bê tundî dê çawa were avakirin?

Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, kesyatên jin ên ku bi kar û barên jinan eleqdar dibin, çareseriyên bidawîkirina tundiya li ser jinan destnîşan kirin.

​​​​​​​Civakeke bê tundî dê çawa were avakirin?
26 mijdar, 2021   04:08
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Têkildarî awa, sedem û bandorên tundiyê, her wiha avakirina civakake azad, seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Zeyneb Saroxan ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku adetên paşverû bûn sedema zêdebûna rêjeya tundiya di nav malbatê de.

Zeyneb Saroxan diyar kir ku sîstema kapîtalîst li gorî hişmendiya mêrên serdest qanûn nivîsandine û wiha domand: "Ji ber vê yekê jî asta tundiya di civakê de zêde bûye. Adet komek şîret in ku ji civakê re hate danîn, ev adet herger erênî bin an neyînî bin bi demê re bûn qanûn ku civak pê serbilind in."

ꞌADETÊN ŞAŞ CÛREYEKE TUNDIYÊ YEꞌ

Zeyneb Saroxan sîstemên dayiksalarî û baviksalarî ya serdest da ber hev û got: "Sîstema dayiksalarî ya xwezayî banga wekheviya di navbera her du zayendan de dikir, ji ber ku jiyana hevbeş a di navbera her duyan de pirsgirêkên civakî dernedixistin. Bi derketina hiyerarşiya desthilatdariyê û hilkişîna wê ya ber bi jor ve pirsgirêkên civakî zêde bûn. Tundî li ser jinan hate meşandin û sîstema wê ya destpêkê hate tunekirin, di asta duyemîn de jî tundî li ser civakê hate meşandin."

Endama Rêveberiya Desteya Jinan Zeyneb Saroxan îşaret pê kir ku zehmete diyardeya tundiyê di demeke kurt de were bidawîkirin û wiha pê de çû: "Tundiya li ser jinan pirsgirêkeke ku kokên wê xwe di civaka xwe de daye der. Sedemên vê tundiyê adetên paşverû ne ku divê destpêkê werin derbaskirin. piştre divê sîstema hakim a li welat were çareserkirin, bi vê yekê diyarde yan jî pirsgirêk tê çareserkirin. "

Desteya Jinan şerê hemû rêbazên tundiya li ser jinan dike û mafên wan diparêze, her wiha edelata civakî misoger dike û rola jinan a di qada siyasî de aktîf dike. Her wiha di aliyê aborî de destekê dide jinan û li ser vê yekê komperatîf û projeyan pêş dixe.

Di heman demê de Desteya Jinan têkildarî parastina jinan qanûn derxistine, ji wan şerê li dijî hişmendiya mêrdestî, pêkanîna wekheviya di navbera jin û mêr de û parastina mafên jinan di hilbijartin û namzetiyê de. Di pêvajoya salên derbasbûyî de jî li gelek bajar û navçeyên herêma Cizîrê navendên taybet bi jin û zarokan hatin vekirin.

Bi mijarê ve girêdayî Zeyneb Saroxan ev nirxandin kir: "Heta astekê qanûnên jinan diyardeya tundiyê sînordar kir, ji ber ku adet li pêşiya qanûn dibin kelem û divê civak û jin werin hişyarkirin da çareseriyeke domdar derkeve holê û dawî li tundiya li ser jinan were."

Li ser vê yekê Zeyneb Saroxan îşaret bi çareseriyên demkî kir ku Desteya Jinan û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl xwe dispêrin wan. Ew jî perwerdekirina civakê û bandora tundiyê bi wan bidin naskirin.

TUNDIYA NAV MALBATÊ ÇI YE?

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya 25`ê Mijdarê di panelekê de, behsa rêbazên tundiyê kir, ji wan tundiya bedenî ku bi xwe re bandorên derûnî çêdike. Ji ber tundiyê jin baweriya bi xwe wenda dike, karînên wê kêm dibe û gef lê tên xwarin. Her wiha ji tundiya devkî jî şeklekî tundiyê ye û bandorê li derûniya jinan dike.

Endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Stêr Qasim têkildarî rêxistinên civaka sivîl wiha axivî: "Em rewşa jinan bi rêya rêxistin û çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne orgenîzekirin, dişopînin û hewl didin dengê wan ragihînin da pirsgirêkên wan çareser bikin û ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê bibînin."

Stêr Qasim li ser têkiliyên wan ên bi jinên ku rastî tundiya malbatî tên re wiha axivî: "Rêxistinên jinan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, eşkere kir ku hejmareke mezin a jinan bi tundiya malbatî re rû bi rû dimînin, lê dîsa jî li hemberî vê yekê bê deng in. Ji bo vê me bi rêya komîteyeke taybet ku ji hejmareke mezin ji rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, bername û çalakî orgenîze kirine."

Li gorî Stêr Qasim, bername ji çalakiyên perwerdekirin û pênasekirina tundiya li ser jinan û hewldanên şikandina bêdengiya wan pêk tê, her wiha li kampan ji jinên ji aliyên artêşa Tirk ve bi tundiyê re rû bi rû man çalakî hatin birêxistinkirin.

Stêr Qasim têkildarî xebata xwe di qada siyasî de jî got: "Di xebata xwe ya siyasî de tundî li ser min nehat kirin, malbata min ez teşwîq kirim ku di vî karî de bixebitim, ji ber ku malbat bi rola jinan a di avakirina civakê de bawer e . Tevî zehmetiyan min rêya têkoşînê hilbijart, da ku armancên doza jin, azad, maf û rûmeta wê pêk bînim."

GELO ÇIMA MÊR TUNDIYÊ PÊK TÎNIN?

Tundî dabeke civakî kevnar e û ya ku hişt bikaranîna wê xurttir bibe, desthilata ku civak parçe kir, karên dijwar kirin para mêran û jin bi kêmendam û lawaz wesif kirin.

Têkildarî vê yekê Stêr Qasim ev tişt diyar kir: "Di meteryalên perwerdê yên taybet bi hikumeta Şamê, her tim karên malê dispêrin jinan û mêr jî li derveyî malê dixebitîn, li ser vê yekê divê ev fikir û wêne ji civakê were rakirin, ev jî bi belavkirina zanîn û qanûnan pêkan e, ji ber ku malbat bingeha civakê ye."

Avakirina civakeke bê tundî ji malbatê dest pê dike, divê malbat di navbera her du zayendan de wekheviyê pêk bîne, her wiha divê meteryaleke perwerdeyê were danîn ku cewherê rasteqîn ên jinan nîşan bide, dîsa divê rola jinan di qaad siyasî, aborî û dîplomasî de were pêşxistin. Di heman demê de ji bo civakeke bê tundî were avakirin divê kesên ku tundiyên li jinan dikin werin cezakirin û pirjinî û zewicandina biçûkan ji holê werin rakrin.

Hin mêr bi navê olê tundiyê didin meşandin, ji ber ku Quranê bi awayekî şaş şîrove dikin, ji lew re divê ol bi awayekî rast û dirust were belavkirin da ku civakeke exlaq û demokratîk were avakirin.

ꞌJIN HEBÛNEKE AZAD Eꞌ

Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser  Jinan a Qamişlo Neda Melkê axivî û got: "Ger mirov bixwaze civakeke bê tundî ava bike û ji ber ku malbat dendika avakirina civakê ye, divê bav û dê werin perwerdekirin, divê destpêkê bav ji hişmendiya desthilatî rizgar bibe û hebûna jina azad pê bide naskirin ku di fêrkirin, tenduristiyê û kar de xwedî maf e."

'JI BO KU CIVAKEKE AZAD WERE AFIRANDIN, DIVÊ MALBAT ZANE BIBE'

Neda Melkê ev li axaftina xwe zêde kir: "Ger mirov bixwaze civakeke bê tundî ava bike, divê malbat were pêşxistin, bi vê yekê em ê civakeke bi exlaq ava bikin. Desthilata qanûn ne çareserî ye û nikare dawî li tundiyê bîne, ev jî nayê wateya rakirina qanûnan, lê divê qanûn ji nû ve li gorî pîvanên exlaqî werin nivîsandin."

Endama Rêveberiya Komîteya Civakî ya Kongreya Star a Qamişlo Mizgîn Hemo jî got: "Malbat bingeha civakê ye û divê bi awayekî rast û dirust were avakirin, da ku civakeke bê tundî li ser bingeha wekhevî û parastina mafên her du zayendan were avakirin."

Mizgîn Hemo hin rêbazên ku dikarin dawî li tundiya malbatî bînin, destnîşan kir û got: "Rêgeza nîqaşa di navbera kufletên malbatê de û zimanê diyalgan dikarin zihniyeta bavikslaraî têk bibin. Divê ferdên malbatên nêrînên hevdu qebûl bikin. Ev yek bi rêya rêxistinkirina hemleyên hişyarkirinê, semînerên çandî û veqetandina demeke ji bo zarokan pêkan e."

ꞌHER DU ALÎ JÎ TEVLÊBÛNA JINAN RED DIKINꞌ

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat bal kişand ser sûcên li dijî jinan ên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û wiha dewam kir: "Qanûnên parastina jinan tune ye, jin nikare berê xwe bi dadgehan veke da parastina xwe ji tundiyê bike, li herêmên hikumeta Şamê madeyên cihêwaz hene ku jinan ji mafên wan bê par dikin. Li aliyekî din jî hebûna çeteyên arêtşa Tirk ku dijbertiya azadiya jinan dikin heye, ji ber ku dizanin dema civakê serwer bikin, divê destpêkê jinan bindest bikin."

Lîna Berekat piştrast kir ku çeteyên artêşa Tirk bê exlaq in, li herêmên dagirkirî rojane sûcên revandin û destdirêjiyê pêk tên.

Lîna Berekat wiha axaftina xwe dewam kir: "Artêşa Tirk a dagirker nahêle rêxistinên mirovî van sûcan belge bikin û daneyên sûcên wiha nayên bi destxistin. Li aliyekî din jî çete jiyana karmanedên rêxistinên mirovî dixe xeteriyê. Di encamê de dane nayên eşkerekirin da wekî belgeyên fermî ji rêxistinên navneteweyî re werin pêşkêşkirin ku hesab ji sûcdaran bixwaze."

Lîna Berekat têkildarî parastina jina sûrî got, divê saziyeke jinan mîna Meclisa Jinan a Sûriyê, wekî saziyeke jinan ên li hemû erdnîgariya Sûriyê alaya parastina jinên ku tundî li ser wan tê meşandin rake, mafên wan biparêze, banga guhartin an nûkirina qanûnan bike û peyman û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî parastina rûmeta jinan, pêk bînin.

Lîna Berekat destnîşan kir ku ji bo pêşxistina jinên li herêmên hikumeta Şamê divê bernameyeke plankirî were avakirin, meteryalên perwerdê werin nûkirin.

Têkildarî rewşa herêmên dagirkirî, Lîna Berekat banga rizgarkirina van herêman kir û hêvî kir ku  gavên dirust werin avêtin ku tundî û cûdekariya li hember jinan werin bidawîkirin.

(eh)

ANHA