Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn

Rêxistina Kongreya Star a Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a CÎhanê semînerek da.

Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
Li Şamê bi boneya 25`ê Mijdarê semînerek hate dayîn
25 mijdar, 2021   15:25
ŞAM

Semîner bi dirûşmeya "Civaka jin tê de tê qetilkirin dê azad nebe" bi amadebûna dehan mêr û jinên li taxa Zorava, hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama Kongreya Star Rojda Hesen axivî û got: "Jin di civaka me de û di cîhanê bi giştî de bi rêbazên zilim û zordariyê de rû bi rû dimînin, ji lew re divê em bibêje êdî bes e."

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Kongreya Star Berçem Yusif îşaret bi nêzîkariyên mêran ji jinan re û bê çawa jin di qadên civakî, siyasî û aborî de serî ji mêran re ditewînin kir.

Berçem Yusif ev li gotina xwe zêde kir: "Jina Kurd û Ereb a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de isbata hebûna xwe kir, nexasim di aliyê leşkerî û avakirina yekîneyên leşkerî yên taybet pê. Her wiha di aliyên siyasî, aborî de û bi tevlêbûna wê ya ji xebatên saziyan re û bi pêkanîna sîstema hevserokatiyê isbata hebûna xwe kir."

Parêzer Dicle axivî û îşaret bi qanûnên navneteweyî yên têkildarî tundiya li dijî jinan û qanûnên hikumeta Şamê ku li ser jinên li welat tê pêkanîn kir, ji wan newekheviya di navbera mêr û jinan de.

Dûvre yek ji beşdaran Ebû Ehmed helbestek li ser jina şoreşger got. Piştî nîqaşên derbarê semînerê de endama Kongreya Star a Şamê Mizgîn Yusif daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Kongreya Star de ev hate destnîşankirin: "Kongreya Star a Şamê dibêje; na ji tundiya li ser jinan re, ji ber ku em jinan  xwedawend û dayika ku bi xurtî civak di hemû waran de li ser bingeha jiyana aştiyane, hezkirin û wekheviya di navbera ferdên civakê de bi rêve bir.  Ruxmî berxwedana wan a parastina civaka xwe, lê dîsa jî mêran bi rêbazên xwe dikarîn hêdî hêdî hebûna wan desteser bikin û qeydan li ser ferz bikin. Her wiha ji ber adetên şaş tundiya bedenî, zayendî, derûnî û paşguhkirina wê, pirrbûna jinan û zewicandina biçûkan ve hovîtirîn êriş pêk anîn, ev jî bû sedem ku rêjeya berdanê di civkê de zêde bibe.

25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a CÎhanê ku vedigere 1960`î ve dema her sê xwişk li ser destên mêrên diktator hatin qetilkirin.

Qetilkirina jinan, nexasim jinên çalakgerên siyasetmedar, ji wan şehîd Hevrîn Xelef û şehîd Sakîne Cansiz, Leyla û Fîdan ku ji aliyê îstixbarata Tirk ve hate şehîdxistin. Her wiha Hind û Seida ku ji aliyên çeteyên DAIŞ`ê ve hatin qetilkirin û hedefgirtina endamên Kongreya Star yadê Emîne, Hebûn û Zehra ji ber ku baweriya xwe bi fikir û felsefeya azad û neteweya demokrat anîn. Di heman demê de li herêmên dagirkirî rojane kiryarên destdirêjî, revandin, girtin û qetilkirin li dijî jinan pêk tê.

Şoreşê rê li pêşiya guhartina hişmendiyê vekir, li ser vê yekê jinan di asta herêmê û cîhanê de roleke pêşeng lîst. Pêkanîna sîstema hevserokatiyê ya saziyên Rêveberiya Xweser û hemû guhartinên di qadên jiyanê de bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan e.

Di dawiyê de divê jin li dijî hemû siyasetên dewletên neteweperest û kapîtalîst têkoşîna xwe berdewam bike. Em jî wekî Kongreya Star çalakiyên hemleya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a CÎhanê diyarî hemû jinên cîhanê, efganî, jinên sûrî bi giştî û jinên efrînî bi taybet dikin, her wiha berxwedana wan silav dikin."

(eh)

ANHA