Di çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo jinên li herêmên dagirkirî bang hate kirin

Di çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

25 mijdar, 2021   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa û Kobanê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi diruşma "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" meş hatin lidarxistin.

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê bi beşdarbûna bi sedan jinan meşek li dar xist. Meş ji çerxerêya Meyzan a naverasta bajar dest pê kir. Di meşê de jinan pankartên "Qêrîna Um Eyde qêrîna hemû jinên azad e", "Na ji qetilkirin, tundî û destdirêjiyê re" û "Na ji tundiya li ser jinan re" vekirin û diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan berz kirin.

Meş li çerxerêya Meseb rawestiya û deqeyeke rêz ji bo bîranîna şehîdan hate girtin.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê Hala Ilwan axivî û têkoşîna her sê xwişkên Mîrbal a li hemberî desthilata dîktator bi bîr anî.

Hala Îlwan destnîşan kir ku jin di civaka ku sîstema baviksalarî wê hikum dike de dijî ku rola wê lawaz dike.

Hala Ilwan bal kişand ser têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha domand: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahî cîhanê re îsbat kirin ku dikarin civakê bi rêve bibin û teslîmiyetê red dikin." Hala Ilwan soza domandina xeta azadiyê û têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundî û avakirina civakeke edal û wekhev da.

REQA

Bi heman boneyê, bi sedan jinên Reqayê bi diruşma "Tê bikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe" daketin qadan û tundiya li ser jinan şeremzar kirin.

Meş ji pêşiya navenda Meclisa Rêveber a Reqayê dest pê kir. Jinan pankartên "Na ji zewicandina zarokan re" û "Na ji tundiya li ser jinan re" hildan û diruşmeyên şermezarkirina tundiya li ser jinan berz kirin.

Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Îtîmad El-Ehmed axivî û got: "Îro Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan e, roja bîranîna rihê xwişkên Mîrbal e yên ku tundî û zilma dîktator e."

Îtîmad El-Ehmed banga têkoşîna li hemberî hemû cûreyên tundiyê, zewicandina zarokan, pirjiniyê, sûcên bi navê "Şerefê" û têkoşîna li hemberî dagirkeriya Tirk kir.

Çalakî bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û şeremzarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bû.

DÊRAZOR

Endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê hatin bav hev û bi boneya 25'ê Mijdarê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a kombûnê Fatime El-Salim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser tundiya plankirî ya li hemberî jinan, hedefgirtina jinên siyasetmedar mîna Hevrîn Xelef, Sakine Cansîz û gelek jinên têkoşer ên li hemberî zilm û dagirkeriyê serî hildan. Her wiha îşaret bi veguherîna ku rêber Abdullah Ocalan di têkoşîna jinên azadî de çêkiriye, hate kirin.

TEBQA

Li bajarê Tebqayê bi pêşengtiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê  bi sedan jin daketin qadan.

Meş ji taxa Ewel "Yekemîn" ya naverasta bajar ber bi navenda Çand û Hunerê ya heman taxê ve dest pê kir. Jinan bi yek dengî diruşmeyên silavkirina berxwedana jinên têkoşer berz kirin.

Meş li ber navenda Çandê veguherî mîtîngê û deqeyeke rêz hate girtin. Endama Rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El-Mihemed ve axivî û got: "Sonda me em ê li hemberî hemû cûreyên tundî, zilm û zihniyeta bavikslarî xeta têkoşînê bidomînin."

Nesrîn bang li hemû jinan kir ku têkoşînê li hemberî desthilata baviksalarî û dagirkeriyê xurt bikin.

KOBANÊ

Di heman çarçoveyê de bi sedan şêniyên kantona Kobanê bi meşeke girseyî hemû awayên tundiya li ser jinan şermezar kirin.

Meşa di çarçoveya rêzeçalakiyên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê bi armanca şermezarkirina tundiya li ser jinan de, hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev  li meşê bûn.

Meş ji qada Şehîd Egîd a li naverasta bajarê Kobanê dest pê kir û ber bi qada jina azad ve çû. Jinan sloganên: "Na ji tundiya li ser jinan re", "Bi  hev re ber bi cîhaneke azad ve" û "Tê bikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe" berz kirin.

Meş li qada Jina Azad veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz, girtin. Piştre seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidiro axivî û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ruxmî destkeftiyên jinan qezenc kirine, lê dîsa jî ji aliyên dijbertiya projeya wan a demokratîk dikin, bi tundiyê rû bi rû dimînin."  

Cîhan Xidro ev li gotina xwe zêde kir: "Jinan li ser vê xaka pak li şûna cîhanê tevdî şer kir û rêxistina terorîst a cîhanê ku çeteyên DAIŞ`ê nûnertiya wan dike, têk bir. Her wiha di hemû qadên jiyanî, siyasî, leşkerî û îdarî de isbata hebûna xwe kir."

Endama Rêveberiya Koodînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl bang li hemû jinan kir ku di projeya demokratîk a azad de ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêşeng bin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Îro ev proje bi gefên ji derve re rû bi rû ye, ji lew re divê jin li dijî van gefan bi rola xwe rabe."

ANHA