Li Reqayê kargeha çêkirina êma mirîşk û çêlekan bi dawî dibe

Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê projeya kargeha çêkirina êmê sewalan ber bi dawiyê ve dibe.

Li Reqayê kargeha çêkirina êma mirîşk û çêlekan bi dawî dibe
25 mijdar, 2021   07:39
REQA-EHMED ESAF

Ev demek e Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Reqayê dest bi avakirina kargeha êmê çêl û mirîşkan kiriye. Kargeh nêzî cihê zuiwakirina garis ê li bakurê Reqayê ye û li gorî hevserokê şîrketê Ehmed El-Elî, kargeh dê di çend hefteyên bê de bi dawî bibe.

Desteya Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê destekê dide vê projeya ku lêçûna wê digihêje 350 hezar dolaran.

Ehmed El-Elî destnîşan kir ku ev kargeha êm dê pêdiviyên kesên mirîşk û çêlekan xwedî dikin, dabîn bike.

Ehmed E-Elî diyar kir ku ev kargeh dê sûdeke mezin ji garisê zer wergire, ji ber ku garisê zer hêmaneke bingehîn a êm e, bi taybet piştî ku par kargeha ziwakirina garis li Reqayê hat vekirin.

Ehmed El-Elî eşkere kir ku kargeh di her saetekê de 15 ton êm derdixe û dê 24 saetan bixebite. Her wiha Ehmed El-Elî diyar kir ku ev proje dê barên madî li ser milê xwediyên sewalan sivik bike, bi taybet xwediyên mirîşk û çêlekan ku êm ji derve tînin.

(la)

ANHA