Biden serokên 110 welatan vexwendin civîna demokrasiyê… Tirkiye ne di nav de ye

Serokê DYA’yê Joe Biden serokên nêzî 110 welatan vexwendibûn ku beşdarî civîna derbarê demokrasiyê de bibin ku dê meha bê were lidarxistin. Di lîsteya vexwendiyan de Tirkiye tune ye.

Biden serokên 110 welatan vexwendin civîna demokrasiyê… Tirkiye ne di nav de ye
24 mijdar, 2021   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî lîsteya ku duh ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ve hatiye weşandin, serokê DYA’yê Joe Biden serokên nêzî 110 welatan vexwendine ku beşdarî civîna têkildarî demokrasiyê bibin ku dê di Kanûnê de li dar bikeve, ku tê de tenê 2 welatên Rojhilata Navîn hene; Îsraîl û Iraq.

Di lîsteyê de tevî hevalbendên rojavayî yên Amerîkayê, bi taybet welatên wekî Hindistan û Pakistan jî hene. Lê Tirkiye ku endama NATO’yê ye, di lîsteya vexwendiyan de tune ye.

(dx)