Kedîbûn, mirina spî yan berxwedan

Kedîbûn, mirina spî yan berxwedan
22 mijdar, 2021   01:16

 Aramê Elegezê

Li ser têgeha şer gelek pênase hatine kirin. Lê di nav van pênaseyan de ya herî girîng a genaralê Alman Karl Fon Klausêwîts e û dibêje, ku şer li gorî polîtîkayê tê meşandin, ango di derketina şêr û pêkhatina wî de ya diyarker polîtîka ye. Ev têbîniya genaralê Alman heya roja me ya îro jî wek rastiyekê tê pejirandin, lê Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” de dibêje, ku polîtîka li gorî şer tê meşandin a diyarker şer e, ji ber ku polîtîka li gorî hêzê tê meşandin.

Ji serpêhatîya têkoşîna gel û welatan de rastiyek derketiye holê û li gorî wê jî, polîtîka herdem li gorî hêz, destkeftî û wan sengerên ku di dest de hene pêşketiye, an jî polîtîkayê  ji xwe re rê vekiriye. Şer jiyana mirovahiyê diyar kiriye û îro jî rêbaza sereke ya diyarker ew bi xwe ye û polîtîka jî li gorî rêbaza şer şêwaz digire. Şer bê guman tenê nayê wateya kuştin, xwînrêtin, wêran û talanê. Armanca şer şikandina vîna dijmin e, serxistina bernameya xwe ye. Têkoşîna di nava dijberan de îro jî di warê aborî, bîrdozî, çandî, teknîk û têknolojiyê de, bi rêya dîplomasiyê, derûniyê, çapemeniyê û hêza leşkerî tê meşandin.

Bê guman, tu kes an alî bi xwe berê xwe nade şer, an jî bi kêfa xwe biryara şer nade. Jiyaneke asayî ya sirûştî dijberî konjektur-demkî heye, ango nakokiyên xwezayî hene, ev jî rojane, an jî di demeke kurt de tên çareserkirin. Ev problemên demkî nabin mijara sazûmankariyê. Mirov ji vê tekoşînê re nikare bibêje şer. Ev têkoşîna jiyanî ya rojane ye, lê mijara şer mijareke sazûmankariyê ye, têkoşîn êdî di nava dijberan da pêk tê. Û ji vê re jî dibejin nakokiya dijberan. Mijar û pirsgirêkên dijberî hev bi şêwazên aborî, bîrdozî, têkoşîna ji bo rizgariya welêt, desthilatdariya çînî xwe didin der. Di vê dijberiyê de alî hene, yên ku ji bo serkeftin û pêkhatina armancên xwe her şêwaza têkoşînê pêk tînin û navê vê tekoşînê jî şer e.

Berî her tiştî di şer de armanc diyar dibe, bê armanc şer nabe, bibe jî ew ne şer e, pevçûn e, pevçûna di navbera du gelan, civakan, an jî du kesan de. Ew pevçûn li ser gotineke bê wate û armanc pêk tê. Lê şer bê armanc nabe. Li gorî armancê jî stratejî tê diyarkirin, li gorî stratejiyê jî taktîk diyar dibe, navê yek ji taktîkan jî polîtîka ye.

Niha em, wek gelê Kurd di rewşeke şer de ne, ev şer jî me nedaye destpêkirin. Em îro bi şerekî re rûberû ne û armanca vî şerî jî ew e ku ji aliyê bîrdozî, dîrokî, çandî, netewî û heya bi bîyolojîk me tune bike. Ev alî bi biryar li dû armancên xwe ye. Em bibin, an nebin vîn, a wan her armancek e: me li rûyê erdê wek kurd tune bikin û me ji nû ve wek Tirk, Fars, Ereb bi Sunî ve çêkin. Li gorî vê armancê stratejî diyar kirine, li gorî stratejiyê bername ava kirine, navê bernameya wan jî Destûra Bengehîn e. Li gorî vê bernameyê rê û rêbaz diyar kirine, li gorî van rê û rêbaza jî siyasetê didin meşandin. Stratejiya wan: heya ku gelê Kurd tune bikin, di nava nijada xwe de bihelînin her şêwazekî tekoşînê rewa dibînin, yanî ji bo şerê ku bê meşandin, her rêbaz û amûr rewa ye.

Di nava rewşa heyî ya li dijî gelê Kurd de ev şerê ku tê meşandin pirralî ye. Ev bi çek an jî bê çek, xwînawî yan jî derûnî, bi aborî an jî bi çandî, bi ragîhandinî an jî bi perwedehîyê, bi bîrdozî an jî siyasî, herêmî an jî cîhanî, bi kirêkirîyên xwecîhî an jî yên navdewletî, di encamê de yek armanca wê tunekirina gelê Kurd e. Wê demê tiştê ku pêwîst e û nabe ku nebe gelê Kurd jî neçar e têkoşîna xwe piralî bimeşîne. Ji bo vê, ya yekem a ku divê bê kirin, ew e ku divê gotin û kiryarên dijiminên gelê Kurd berovajî bên xwendin û nirxandin ango, eger ew bibêjin şev e, pêwîst e em bizanibin, gotina wan derew e û em bizanibin ku roj e, eger ew bibêjin hingivîn e, em bizanibin jehr e.

Klausêwîts dibêje “Şer şikênandina vîna dijmin e.” Lê di roja me ya îro de, wek ku dîplomatê amerîkî Kîssînger dibêje, “şer nermkirina vînê ye.” Niha asta şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, pêvajoya radestkirina vînê derbas kiriye. Ev sed sal e nikarîbûn vîna gelê Kurd bişkênin lê ev pêvajo veguherîye nermkirina vîna gelê Kurd. Baş e, taybetmendîyên nermkirina vînê çi ne? Êdî gelê Kurd înkar nakin, mafê wî yê çandî nas dikin, li hebûna wê mukur tên lê statûya wî ya fermî nas nakin, nasnameya sîyasî qebûl nakin, mafê xweparastinê ji bo wî red dikin.

Îro di cîhanê de li ser Destûra Bingehîn a Sûrîyê guftûgoyên şênber hene û tiştê ku ji Kurdan re dîyar dikin, ew e ku Kurd dikarin bi çandî bijîn. Ango “Hûn dikarin govendê bigirin, strana bibêjin û emê jî êdî we nekujin.” Dewleta Tirk jî dibêje “Birayên Kurd, berê ji we ra nedigotin Kurd, em dibêjin kurd, destûrê didin ku hûn stranên xwe bibêjin û bi zimanê xwe biaxivin û paşê, werin, em wek bira bijîn.” Li vir tiştê herî balkêş di van ferasetan da ew e ku di Makezagona Tirkiyê de naskirina gelê Kurd bi fermî nîn e, ew her tiştî di valahîyê de dêhelin, ji bo ku di pêşerojê de ji bo tunekrina gelê Kurd derfetê bibînin.

Derencam; em, wek gel jîyana xwe kêlî bi kêlî li gorî şer sererast û tevger bikin, her gaveke xwe li gorî şer bavêjin. Ji ber ku armanca şerê dijmin tunekirina me ye, armanca me jî parastina hebûn û bidestxistina azadîya xwe ye. Wê demê stratejîya jîyana me xurtkirina îradeya xwe û şikandina îradeya dijmin e. Taktîka me ya rojane jî di her qadê da çi ji destê me bê, hemû derfetên xwe bikin yek ji bo ku bi ser dijmin de herin û wî bişkênin. Armanca sereke xwedîderketina li hemû nirxên netewî ye. Li her gotinekê, her awirekî, li her livandina pênûsekê, li her gotineke stranekê, li her helwesteke Kurdayetîyê û bi vê li dijî êrîşên dijmin xurtkirina vîna netewî ye. Belê, her tişt ji bo xurtkirina îradeya netewî bê pêkanîn, li dijî armanca dijmin a nermkirina wê. Nermkirina îradeya netewî tê wateya kedîbûna li ber derê dijmin û kedîbûn jî mirina sipî ye ango mirina nerm e bê armanc û bêwate ye.

Pirs di wê de ye, ka em ê wek xwe hebin an na?

 ANHA