Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan -6

Şahîn Mihemed ku zarokekî wî di nava çeteyên Roj de ye, bang li zarokê xwe û endamên çeteyên Roj kir û got, "We navê xwe kiriye Pêşmergeyên Roj, lê hûn ji Rojava û kurdîniyê dûr in. Werin li ser axa xwe li dijî dijminê rast şer bikin."

Malbatên çeteyên Roj bang li zarokên xwe dikin; nebin amûra qirkirina Kurdan -6
22 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

`HÛN Jİ ROJAVA Û KURDÎNİYÊ DÛR İN`

Di dosyayên me yên heta niha de, malbatan xîtabî zarokên xwe yên di nava çeteyên Roj de kir û bi israr got ev kom divê nebe amûra qirkirina Kurdan a dewleta Tirk.

Malbat bang li zarokên xwe dikin ku vegerin Rojava û hewl didin li dijî lîstikên bi rêya vê koma çete têne lîstin, bisekinin û vê xiyaneta dîrokî bi dawî bikin.

Her wiha peyamek dan kesên ku hêvî dikin ji siyaseta parçekirina Kurdistanê sûdê wergirin û diyar kirin ku dê bi ew derdor bi ser nekevin. Di bangên malbatan de peyama “Bila tu kes bi lîstikên dewleta Tirk nexape” derket pêş.

/kr/uploads/files/2021/11/21/203704_dilaver-faysal-ahmet.webp

Axaftina Dîlawer Faysal Ehmed ku tev li çeteyên Roj bûbû lê piştre vegeriya Rojava piştî ku polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û hevkarên wê yên li hemberî Kurdên azad dîtin, rastiya ku me li jorê anî ziman, careke din radixe pêş çavan.

Dîlawer Feysel Ehmed û Dilyar Ehmed li Qamîşlo dijîn, ji bo ku bi hevkariya PDK û MÎT'ê di damezirandina çeteyên Roj de cih bigirin, di sala 2012'an de li gel komeke 700 kesî derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Dîlawer Feysel Ehmed diyar kir ku wan li Dihok, Domîz, Zaxo û Hewlêrê xebat meşandine, piştî ku demeke kurt di nava vê koma çete de maye, li malbata xwe vedigere. Birayê wî Dilyar Ehmed hê jî di nava çeteyên Roj de ye û şerê vê komê yê li dijî gerîla wek 'şaşitiyeke mezin' pênase dike.

PROPAGANDAYA QAŞO VEGERA LI ROJAVA

Dîlawer Faysal Ehmed got piştî demekê ji çeteyên Roj veqetiyaye û serpêhatiyên xwe wiha vegotin: “Dema em destpêkê tev lê bûn, sala 2012'an roja Newrozê bû. Em li gel komeke 700 kesî derbasî Başûr bûn. Piştre em birin baregeha leşkerî ya li nêzî balafirgeha Hewlêrê. Li wê derê leşker traş kirin û me kincên leşkerî li xwe kirin. Li gel perwerdeya leşkerî, li vê biryargehê li ser bikaranîna çekên cuda me perwerde dît.  Ezîz Weysî her tim dihat wê derê. Perwerdeya îdeolojîk dida me, digot em ê biçin Rojava û wê derê bistînin. Piştî perwerdeya meh û nîvekê ya li vê derê, em birin qadeke din. Piştî demeke kurt ez ji wan veqetiyam û hatim Rojava.”

‘ŞERÊ WAN Ê LI DIJÎ GERÎLA NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Dîlawer Faysal Ehmed êrişên dagirkeriyê yên li dijî qadên gerîla de rola çeteyên Roj wek "şaşitiyeke mezin" dinirxîne û got: "Em vê yekê qet qebûl nakin. Kî dibe bila bibe, nayê qebûlkirin ku Kurd bên kuştin. Ez hewl didim ku birayê min jî ji çeteyên Roj veqete û vegere. Herî dawî dema ku min birayê xwe dît, wî jî got naxwaze bimîne. Hewl dide biçe Ewropayê.”

Dîlawer Faysal Ehmed têkildarî hevkariya wan a bi dewleta Tirk re wiha axivî: "Çeteyên Roj şaşitiyeke mezin dikin. Divê tu kes bi lîstika dewleta Tirk nexape. Dê bihayê wê her kes bide. Ev 40 sal e dewleta Tirk li ser gelê Kurd komkujiyan pêk tîne. Divê her kes li hemberî lîstika dewleta Tirk hişyar be û dev ji çeteyên Roj berde. Di nava van çeteyan de kesên ji bo pereyan hevkariyê dikin, hene. Dewleta Tirk van çeteyan bi pereyan bi kar tîne. Yên di nava van çeteyan de li ber gerîla radibin, şaşitiyê dikin. Birayê min jî di nav de, kesên ku vê şaşitiyê kiriye, divê demildest dev jê berdin û ji bo xaka xwe li dijî dijmin şer bikin.” 

'BIRAYÊ MIN DEV JI ÇEKA XWE BERDE'

/kr/uploads/files/2021/11/21/203834_abdulrezak-huseyin-ibrahim.webp

Ebdulrezaq Hisên Îbrahîm ku birayê wî jî di nava çeteyên Roj de ye, li gundê Tenûriye yê Qamişloyê dijî.  Birayê wî yê herî biçûk Luey Hisên Îbrahîm di sala 2013'an de dema xwendekarê refa dawîn a dibistana amadeyî bû, diçe Başûr û tev li çeteyên Roj dibe.

Hisên Îbrahîm, diyar kir ku berê ji bo şerê li dijî DAIŞ dikir destek dida birayê xwe, lê piştî ku çeteyên Roj bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîla dest bi tevgerê kir, jê re gotiye çeka xwe deyne.

Hisên Îbrahîm, diyar kir ku dewleta Tirk dijminê hemû gelê Kurd e û got: “Dewleta Tirk çeteyên Roj ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Em naxwazin birayê me bi hebûna xwe ya di nava çeteyên Roj de li ber gerîla rabe. Eger ev bibe, divê yekser çekên xwe deynin. Em qebûl nakin ku bere çekên wan li gerîla bizivirin. Birayê min li Kampa Fayde dimîne. Em naxwazin çeteyên Roj rê li ber dewleta Tirk vekin.”

'EZ DIXWAZIM KURÊ MIN JI VÊ ŞAŞITIYA MEZIN VEGERE'

/kr/uploads/files/2021/11/21/203731_emsa-ibrahim-munir.webp

Emşa Îbrahîm Munîr, jî got: "7 zarokên min hene. Kurê min Ebdullah niha 26 salî ye û berî 6 salan çû Başûrê Kurdistanê. Em dixwazin êdî ew vegere."

Emşa Îbrahîm Munîr got kurê wê 4 sal e di nava çeteyên Roj de ye û wiha axivî: " Zarokê min bi hêviya dîtina kar çû. Dema ku nikaribû karekî bi dest bixista, ji bo ku debara xwe bike, tev li nava Peşmergeyên Roj bû. Me jê re got ji bo parastina axa xwe were vê derê. Tu kes qebûl nake ku dema dewleta Tirk dijminê me be, zarokên me bi hev re êriş bikin. Zarokekî min ê biçûk hebû, min ew îqna kir û ew vegerîya. Dewleta Tirk ji bo ku gelê Kurd berî hev bide, Peşmergeyên Roj bi kar tîne. Bila zarokên me li wir çekên xwe deynin û werin li vir li dijî dewleta Tirk xaka xwe biparêzin."

'HEKE CIHEK DÊ BÊ PARASTIN, DIVÊ LI DIJÎ DIJMIN BÊ PARASTIN'

/kr/uploads/files/2021/11/21/203753_sahin-mihemed.webp

Her wiha Şahîn Mihemed, jî got zarokê wî 10 sal berê wek hostayê dîwaran çûye Başûr û piştre ji ber têkçûna karê wan tev li çeteyên Roj bûye û wiha diyar kir: "Carinan em wî dibînin. Em der barê jiyana wî da zêde tiştekî nizanin. Ma jiyana çeteyekî Roj dê çawa be? Piraniya van çeteyên Roj ji îdeolojiyê dûr in, bi temamî ji bo pereyan wî karî dikin. Wek malbat em bang li zarokê xwe dikin. Divê dev ji vê xiyanetê berde. Heke dixwaze leşkeriyê bike, dikare li vir jî bike. Rojava jî parçeyekî Kurdistanê ye û di bin gef û êrişê de ye. Heke dixwazin wê biparêzin, bila werin xaka xwe biparêzin. Deriyê me ji zarokên me re vekirî ye. Bila werin xaka xwe li Rojava biparêzin. Di nava wan de zarokê min jî heye, lê ew êdî çeteyên Erdogan in.”

Şahîn Mihemed, diyar kir ku tu carî êrişên dewleta Tirk ên li Başûr qebûl nakin û got: "Tu karê dewleta Tirk li Başûr nîn e. Ez ne tenê bang li zarokê xwe, li hemû kesên di nava çeteyên Roj de dikim. Navê we Roj e lê hûn ji Rojava û Kurdbûnê dûr in. Hûn bi piştgiriya dewleta Tirk li dijî Rojava disekinin. Vegerin ser xaka xwe, di parastina wê de cihê xwe bigirin. Çeteyên Roj dibêjin ji bo ku xwe bê guneh nîşan bidin, her tim zext li ser wan hene. Heta niha tiştek neqewimiye. Deriyê Rojava ji her kesî re vekirî ye. Weke bavekî ku zarokê wî di nava çeteya Roj de ye, dibêjim divê zarokê min di zûtirîn demê de dest ji vî karî berde û ji bo xaka xwe tê bikoşe."

'DIVÊ ÊDÎ GELÊ KURD LI DIJÎ DIJMIN TÊ BIKOŞE'

Şahîn Mihemed, anî ziman ku dewleta Tirk zarokên wan li dijî gerîla wek amûrekî provokasyonê bi kar tîne û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo leşkerên xwe winda neke zarokên wan bi kar tîne. Şahîn Mihemed, ji hemû Kurdan xwest ku li dijî lîstikên dewleta Tirk hişyar bin û got: "Kesên dibêjin ew axa xwe diparêzin, bila li ber dewleta Tirk nemeşin. Divê Kurd ji dek û dolabên qirêjî yên dewleta Tirk dûr bisekinin."

Her wiha Şahîn Mihemed, bi bîr xist ku tevî hemû êrişan jî di şoreşa Rojava de jiyaneke nû hatiye avakirin û got: “Divê gelê Kurd li hember dijminên xwe şer bike. Dewleta Tirk hewl dide xaka me dagir bike. Li hemberî vê yekê divê em xaka xwe biparêzin.”

ANHA