Topbarana dagirkeriyê gelek kon xerab kirin û jiyana zarokeke 12 salî xist xeteriyê

Hevserokê Meclisa kampên Vegerê û Şehba û Koçberên Efrînê da zanîn ku armanca ‎dewleta Tirk ji hedefgirtina kampên koçberan dûrxistina wan ji berxwedan û dubarekirina ‎koçberkirina wan e. ‎

Topbarana dagirkeriyê gelek kon xerab kirin û jiyana zarokeke 12 salî xist xeteriyê
22 mijdar, 2021   02:45
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di îna borî de ji Efrînê û Ezazê de gelek gundên li navçeyên Şera, Şêrawayê û kantona Şehbayê topbaran kirin, jê jî kampa Vegerê ku bi sedan malbatên koçberên Efrînê lê heye.

/kr/uploads/files/2021/11/21/203133_1.webp

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe de gundên Merenaz, Şewarxa, Kela Şewarxa, Kiştar û Milkiyê yên Şer, gundên Soxanekê, Aqîbê û derdora wê, Bênê, Ziyaretê û Kampa Vegerê yên navçeya Şêrawayê û gundên Dêr Cemla û Til Rifetê yên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî axaftinên şêniyên herêmê, ji saetên destpêkê û heta saetên derengiya şeva îna borî ve herêm bi zêdetirî 200 mûşek hat hedefgirtin, di encamê de gelek zirar bi milkên sivîlan bûn, gelek konên koçberên Efrînê yên li kampa Vegerê hatin xerabkirin.

Der barê topbarana li dijî kampa Vegerê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve koçberên Efrînê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/11/21/203151_-.webp

Welatiya bi navê Dilîvan Îbiş ku di kampa Vegerê de dimîne got: "Dagirkeriya Tirk gelek ‎gundên navçeyên Şêrawa, Şera û kantona Şehbayê kirin armanc. Her wiha kampa Vegerê jî bi mûşekan hat hedefgirtin, di encamê de gelek kon hatin xerabkirin."‎

Dilîvan Îbiş wiha domand: "Gelo dewleta Tirk bi ‎koçberkirina me ji Efrînê bes nedît, heta me di kampan de jî hedef digire?. Ev ne cara yekemîn e em tên hedefgirtin. Em ji 4 salan ve bi vê rewşê re rû bi rû ne." ‎

Dilîvan Îbiş diyar kir ku di encama êrişê de gelek kon hatin xerabkirin û zarokeke 12 salî ji ‎serê xwe ve bi parçeyê mûşekan birîndar bû.        ‎

Welatiya bi navê Dilîvan Îbiş wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ê li hember tevahî şêweyên êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlan li ber xwe bidin."

/kr/uploads/files/2021/11/21/203304_-.webp

Welatiyê bi navê Cewdet Dawûd der barê kêliyên destpêkê yên hedefgirtina derdora kampê de axivî û got: "Em li ‎ber konên xwe bûn û me dît çend mûşek li derdora kampê ketin û parçeyên wê bi ser me de barîn û gelek kon çirandin."

/kr/uploads/files/2021/11/21/203232_-.webp

Zaroka bi navê Gulê Mistefa ku di encama parçeyên mûşekê de birîndar bûye wiha got: "Em di kona xwe de bûn û me li televîzyonê temaşe dikir û ji nişkan ve tiştek li serê min ket."

Gulê Mistefa ev tişt got: "Ev ne cara yekemîn e ku em tên hedefgirtin û her carê top li ser rêya sereke û navenda gund dikevin, lê vê carê li ‎kêleka konê me ketin."

‎/kr/uploads/files/2021/11/21/203248_-.webp

Hevserokê Meclisa kampên Vegerê û Şehba Cîgerxwîn Şêxo der barê hedefgirtina ‎kampa vegerê de got: "Armanca dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina kampan ew e ku kampan ji şêniyan vala bike, da ku careke din koçber bibin."

Şêxo piştrast kir ku koçberên Efrînê yên di kampan de dijîn armancên dewleta Tirk a dagirker baş dizanin û got mûşekên wê vîn û berxwedana şêniyan têk nabin.

Şêxo bêdengiya civata navneteweyî rexne kir û ev tişt got: "Ew bi bêdengiya xwe tevkariya bi dagirkeriya Tirk re di armanckirina koçberên li kampan de misoger dikin."

Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî dewleta Tirk teşwîq dike ku sivîlan ‎hedef bigire.‎

Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û NY’yê kir ku ‎erkên xwe yên exlaqî û mirovî der barê parastina koçberan û sînordarkirina sûcên ‎dagirkeriya Tirk li dijî koçberan de bi cih bînin. ‎

‏(dx)

ANHA