ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-11-2021
18 mijdar, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên şehîd ji hêzên PDK'ê de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê xwepêşandekê di çarçoveya hemleya "Dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan de ye, li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê 7’emîn konferansa xwe li hola Erd El-Ehlam li dar dixe. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji fermandarên QSD’ê yên li Eyn Îsa Erdal Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk bi gef û hewldanên êrişkariyê hewl dide planeke nû ya qirkirin û dagirkeriyê pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya dibistanan a navçeya Zirganê hişyarî da ku ji ber berdewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî dibistan û navendên perwerdeyê, nifşek bi temamî ji mafê perwerdeyê bê par bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnasê Ereb Hesen Mistefa diyar kir ku rêbazên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan têne meşandin, ne li gorî rêgezên mirovahiyê ne û metirsiyeke rasteqîn li ser jiyana wî çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîrên bajarê Kobanê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re şermezar kir û got:" Kurdistan bi çekên kîmyewî yên dewletên ku banga mafên mirovan dikin tê bombebarankirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de desteyê têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê re danîne da ku hewl bidin desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Malbatên çeteyên Roj bang li xizmên xwe û hemû ciwanên di nav çeteyên Roj de kir ku vegerin warê xwe, destkeftiyên herêmên xwe biparêzin û bi siyasetên dewleta Tirk neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Lêkolînerê iraqî Dr.Cewad El-Beydanî da zanîn ku li gel dewleta Tirk stratejiyeke kevn heye ku serweriyê li parçeyên Sûriyê û Iraqê bike û vê yekê jî bi alîkariya xayînan dike. (BI WÊNE)

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê, Ezab Ebûd diyar kir ku dewleta Tirk bi gefxwarin û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze aloziya Sûriyê dirêj bike û got:"Dagirkerî dê tenê bi yekitiya gelê sûrî bi dawî bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclis Sivîl a Dêrazorê mîhîrcana Şehîd Hemze li gundê Sifîrê yê rojavayê Dêrazorê li dar dixe, di mîhîrcanê de gelek lîstokên werzîşê hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Çêkirina qafik "Fexar" li Reqayê ji gelek salan ve winda bûbû, bi taybet dema dagirkirina çeteyên ji herêmê re. Lê piştî pêşketina pîşesaziyan û rizgarkirina Reqayê, çêkirina qafik bi rêbazên nûjen jinûve vejîn dibê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA