Hiqûqnasekî Ereb: Li dijî Ocalan sûc tê kirin

Hiqûqnasê Ereb Hesen Mistefa diyar kir ku rêbazên ku li dijî rêber Abdullah Ocalan têne meşandin, ne li gorî rêgezên mirovahiyê ne û metirsiyeke rasteqîn li ser jiyana wî çêdike.

Hiqûqnasekî Ereb: Li dijî Ocalan sûc tê kirin
18 mijdar, 2021   04:15
REQA-XALID EL-CUMA

Dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya AKP`ê bi rêbazên herî hovane tecrîdê Ii ser rêber Abdullah Ocalan dimeşînin.

Têkildarî mijarê, Hiqûqnasê Ereb û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa got: “Bê guman sûcek li wir tê kirin. Ev sûc ji zêdetîr 22 salan ve berdewam e. Rewşa wî ya di girtîgehê de ne li gorî qanûnên navneteweyî ye.”

Hesen Mistefa diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan, divê pêdiviyên wan bi giştî bên peydakirin û wiha domand: “Lê rêber Abdullah Ocalan girtiyekî siyasî, rêberek û ronakbîr e. Pêkanîna mîna van sûcan li dijî wî sûceke mezin e."

Mistefa bang li rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Heke serbest neyê berdan, divê mafên xwe bi dest bixe. Hemû girtiyên siyasî xwedî maf in, mîna xwendina pirtûkan, şopandina rewşa li derve û pêkanîna sporê.”

Mistefa wiha domand: “Lê dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ev yek li dijî mirovahiyê ye û ne li gorî maf û qanûnên navneteweyî yên têkildarî girtiyan e.”

Mistefa her wiha bang li hemû rêxistinên hiqûqnas kir ku di vê çarçoveyê de kar bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û ji bo serbestberdana rêber Abdullah Ocalan bixebitin, ji ber ku mayîna wî di girtîgehê de li dijî hemû qanûnên navneteweyî ne.

Hiqûqnasê Ereb û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê got: “Rêber Abdullah Ocalan ne rêberê gelekî an jî neteweyekê ye, lê belê rêberê hemû gelên Rojhilata Navîn e. Bidawîkirina tecrîdê daxwaza hemû gelan e û divê di zûtirîn dem de pêk were.”

Derbarê qedexekirina meşê li ser rêber Abdullah Ocalan de Hesen Mistefa got: “Ev parçeyek ji siyaseta dermirovî ya desthilata Tirkiyê ye. Ev ne fermanên ku ji hundirê girtîgehê derdikevin, lê belê biryarên siyasî yên hikumeta Erdogan in ku armanca wan rêber Abdullah Ocalan lawaz bikin.”

Her wiha Hesen Mistefa destnîşan kir ku ev rêbazên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan li ser jiyana wî gefeke rasteqîn e û wiha dewam kir:" Mayîna Ocalan di girtîgehê de beyî ku mafên wî yên rewa mîna meş, xwendina pirtûkan, peydakirina xwarina baş û xebatên tenduristiyê, jiyana wî dixe nava metirsiyê."

Di dawiyê de Mistefa got: “Dewleta Tirk ji parastina jiyana rêber Abdullah Ocalan berpirsyar e. Em bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên mirovan dikin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û sivikkirina qeydên li ser, bikevin nava tevgerê."

(şx)

ANHA