Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha pirtûkên rêber Ocalan li Tebqa bi dawî kir

Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê pêşangeha pirtûkên rêber Ocalan ku du rojan dewam kir bi dawî kir. Ev pêşangeh di çarçoveya rêzeçalakiyên merheleya duyemîn a hemleya "Dem dema azadiyê ye" de ya banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hat lidarxistin.

Yekitiya Jinên Ciwan pêşangeha pirtûkên rêber Ocalan li Tebqa bi dawî kir
17 mijdar, 2021   17:39
TEBQA

Pêşangeha pirtûkên rêber Abdullah Ocalan ku duh hatiye lidarxistin bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî û bi daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan ku endama rêveber Nexem El-Ehmed xwendiye bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em ji vir destpêkirina merheleya duyemîn a hemleya dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e radigihînin.

Sedema ku rêber Ocalan hatiye dîlgirtin ew e ku li azadiya gelên bindest, dîrok û nirxên mirovahiyê digerî. Vê jî hişt ku ew dewlet plan û komployekê pêk bînin da ku rêber Ocalan dîl bigirin ku rastiyên dîrokî werin nixumandin, bi wê re tevahî gelên cîhanê serî hilda û bi xurtî li hember zilêm û dewletên cîhanê sekinîn.

Em nikarin bibêjin ez azad in heke em rêber Apo bi fîzîkî azad nekin. Ji ber tenê rêbertî rêya ronahiyê li pêş jin û gelan vekir. Di van salên dirêj de em dixwazin tiştekî ji rêber Ocalan bizanin. Lê dewleta Tirk her carê ku em dixwazin rewşa rêber Ocalan bizanibin komploya xwe mezin dike.

Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî hêzên gerîla û çiyayên Kurdistanê û yên li dijî sivîlan şermezar dikin, ew êriş bi armanca tirsandina gelên herêmê û têkbirina vîna wan e.

Divê tevahî bibihîse û bizane ku dê tenê mirovahî li dijî zilmê bi serkeve. Di roja îro de tevahî cîhan felsefeya rêber Apo dizane û ji bo azadiya wî tê dikoşin. Divê em gel û jinên ciwan ên ji tevahî cîhanê tev li merheleya duyemîn a hemleya dem dema azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bibin."

(fr)

ANHA