Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-2

Malbatên çeteyên Roj bang li xizmên xwe û hemû ciwanên di nav çeteyên Roj de kir ku vegerin warê xwe, destkeftiyên herêmên xwe biparêzin û bi siyasetên dewleta Tirk neyên xapandin.

Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-2
18 mijdar, 2021   01:45
NAVENDA NÛÇEYAN – MEDYA HENAN

'Em xiyaneta we qebûl nakin'

Di vê beşa rêzehevpeyvînên ku ajansa me bi malbatên çeteyên Roj re çêkirine, malbatan bang li zarokên xwe kir: "Bi dijminan re hevkariyê nekin, li welatê xwe vegerin."

Xoşnav Mûnîr ji Qamişliyê ye, du birayên wî bi navê Cengîz Xan Mûnîr û Ehmed Mûnîr, di sala 2016`an de tev li çeteyên Roj bûne. Xoşnav bang li herdu birayên xwe kir ku bi planên dewleta Tirk û PDK`ê neyên xapandin û şerê Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê nekin. Xoşnav Mûnîr wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk tenê dixwaze Kurdan tune bike. Ji ber wê ciwanên me dişîne şer. Divê Pêşmerge bi taybet birayên min bi van siyasetan neyên xapandin.”

`NEBİN AMÛRÊN QİRKİRİNA KURDAN`

3 birayên Zahir Şêxmûs bi navên Îmad, Şêxmûs û Xandî, di nava çeteyên Roj de ne. Zahir, sala 2013`an berê xwe daye Başûrê Kurdistanê û piştî 8 salan vegeriyaye. Zahir têkildarî mijarê got: “Tu aqil tehemul nake ku birayên min şerê gerîla bikin. Gerîla jî xwişk û birayên me ne û zarokên kurdan in.”

Zahir, bang li ciwanên ku tev li çeteyên Roj bûne kir ku çekên xwe deynin, vegerin warê xwe, dûrî planên dewleta Tirk yên ku hewl dide kurdan tune bike bibin û wiha pê de çû: “Ev planeke dewleta Tirk e ku hewl dide kurdan tune bike. Ez ji birayên xwe dixwazim ku vegerin û haya wan ji van planên li dijî wan hebe. Dewleta Tirk hewl dide fitneyê di nava me de derxe û kurdan bi kurdan bide kuştin.”

Zahir, di heman demê de ev pirs kir: “Li şûna ku li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk bisekinin, çi karê wan li xetên herêmên Parastina yên Medyayê heye?”

Zahir, got ku bi taybet destkeftiyên ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav Rêveberiya Xweser de bi dest xistine û li cîhanê bi giştî deng veda ye êdî Kurd kiriye kabûsê dewleta Tirk. Zahir, naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê Katalonyayê ve û bi navkirina gelek kolanên Ewropayê bi navên şervanên jin ên kurd wek mînak bi bîr xist.

Zahir, ev bang li çeteyên Roj kir: “Bi derewên li ser dezgehên çapemeniyê tên belavkirin, neyên xapandin. Ew dibêjin ên vedigerin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tên girtin, ev ne rast e tiştek wisa nîn e.”

`DIVÊ CENAZEYÊN ŞEHÎDÊN XELÎFAN BIDIN MALBATÊN WAN`

Welatiyê bi navê Wesfedîn Mistefa Mihemd, bang li kurê xwe Lewend ku sala 2016`an tev li çeteyên Roj bûye kir û got:" Eger kurê min li dijî birayê xwe şer bike, êdî ew ne kurê min e. Ez qebûl nakin ku kurê min bibe xayînê welatê xwe."

Ebdilqehar Ehmed, ku kurê wî Fayîz tevlî nava çeteyên Roj bûye, bang li PDK`ê kir ku cenazeyên gerîllayên ku di kemîna çekdarên PDK`ê û Çeteyên Roj de di 28`ê Tebaxê de li herêma Xelîfan şehîd bûne, radestî malbatên wan bikin û wiha dewam kir:" Li gorî rêgezan divê cenazeyên şehîdên cengê radestî malbatên wan werin kirin."

Ehmed, pirs kir ku gelo çima PDK`ê cenazeyên herdu têkoşerên Kurd radest nake? Ehmed her wiha hevkariya Çeteyên Roj bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

`GORA XWE BI DESTÊ XWE DIKOLIN `

Felemez Ebdo, bavê çeteyekî Roj ê bi navê Aram e derbarê tevlibûna zarokê xwe di nav çeteyên Roj de vedibêje: “Ji destpêkê ve min ji wan bawer nedikir. Em wekî Kurd divê dûrî siyasetên ku li dijî me têne kirin bisekinin. Her wiha divê em bi dijmin re hevkariyê nekin û gorên xwe bi destên xwe nekolin."

Ebdo, bang li çeteyên Roj kir û got:" Ez hêvî dikim ku ew li hemberî girêdanbûna xwe ya welatparêzî bi rihê berpirsiyartî tev bigerin. Bi dijminan re hevkarî nekin û biryarên wan di destê wan de be, ne di destê dijminên wan de be. Divê em dersan ji dîroka xwe derxin. Me kengî bi dijminên xwe cih girtiye me winda kiriye."

HÎNA ZAROK BÛ, TEV LI ÇETEYÊN ROJ BÛ

Ebdulsetar Osî ku ji gundê Xezna ye, biraziyê wî Seyfedîn sala 2016`an tevlî nava çeteyên Roj bû. Osî, piştrast kir ku dema biraziyê wî tevlî nava wan bû, ji 18 salî biçûktir bû.

Osî, diyar kir ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e û got çi dibe bila bibe divê kes bi dijminan re hevkariyê neke.

/ar/uploads/files/2021/11/17/201932_abdalbaqy-hj-hsyn.webp

Ebdulhemîd Mihemed ku kurê wî bi navê Mihemed ev çend sal in tevlî nava çeteyên Roj bûye. Her wiha Ebdulbaqî Hec Hisên jî kurê wî bi navê Muntesir ku tevlî çeteyên Roj bûye, bang li zarokên xwe û hemû kesên nava çeteyên Roj bûne kirin ku vegerin welat û gotin:" Nav Pêşmergeyên Roj cih negirin û vegerin mala xwe. "

Mihemed Hac Hisên ku kurên wî Malik û Zana ji dema damezrandinê tevlî nava çeteyên Roj bûne. Hac Hisên, piştrast kir ku dewleta Tirk a dagiker dijminê gelê Kurd e û ne tenê dijminê partiyekê ye û wiha dewam kir:" Ez hêvî dikim ku Pêşmergeyên Roj vegerin malê xwe û axa welatê xwe biparêzin û ji dagirkeriya dewleta Tirk dûr bisekinin."

ANHA